Nobeta JES’ê di roja 30’emîn de didome 2026-06-02 21:51:04   MÛŞ - Li gundê Xwarikê yê Gimgimê, çalakiya konvedanê ya ku li dijî projeya JESê hatiye destpêkirin di roja 30’emîn de didome. Di çarçoveya çalakiya ku sibê mehekê li pey xwe dihêle de, îro şêniyên gundên Mişko, Başkent, Seferek û Kûnavê nobet dewr girtin.    Li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê, çalakiya konvedanê ya ku li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) hatiye destpêkirin, di roja 30’emîn de berdewam dike. Nobeta xwezayê ya ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin û mehekê li pey xwe dihêle pankarta “Gelê Gimgimê santrala enerjiya jeotermal naxwaze. Dest nede av û axa min” û “Em xweza, bawerî û pêşeroja xwe diparêzin” hatin vekirin. Her wiha koma muzîkê ya herêmî Koma Brîndar û hunermendê herêmî Serkan Taş li qadê derketin ser dikê û piştgirî dan çalakiyê. Welatiyan li qada nobetê demeke dirêj govend gerandin.   Di çarçoveya lîsteya nobetê ya ku di navbera gundan de hatiye amadekirin, îro şêniyên gundên Mişko, Başkent, Seferek û Kûnavê nobet ji gundiyên din dewr girtin. Berxwedana welatiyan a li dijî projeya JES’ê li herêmê didome.