Kronolojîya eko-qirkirinê: Pira Dehderî 2025-12-08 13:49:17   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amed diyar kir ku zêdebûna bilez a destûrnameyên avakirin û karsaziyê di dema qeyûm de, jîngehên zêdetirî 600 cureyên nebat û ajalan li kêleka Çemê Dicleyê aniye xetereya tunebûnê.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku Pira Deh-Derî ku li ser Çemê Dicleyê hatiye çêkirin, bi xeteriya eko qirkirinê re rûbirû ye.   Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:   "Pira Dehderî ya ku di serdema Merwanîyan di sala 1065an de li ser Çemê Dîcleyê hatîye çêkirin, di heman demê de mircaneke dîmena xwezayî ya Amedê ye ku heta roja me ya îro maye. Wêneyên ku bi rêya Google Earth hatine girtin, eko-qirkirina li dora pirê û pirê bi xwe darîçav dikin.   Destpêka eko-qirkirinê   Pira Dehderî ya ku sala 1065an di serdema Merwanîyan de ji alîyê mîmar Yûsif Kurê Ubeyd ve li ser Çemê Dîcleyê hatibû çêkirin û heta îro sax maye, îro di bin xetera eko-qirkirina ku roj bi roj bi destê mirovan tê meşandin de ye.   Avahîyên li her du alîyên pirê, ku di heman demê de mircana dîmena xwezayî ya ku ji alîyê Gelîyê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê ve hatiye avakirin, di sala 2016an de bi tayînkirina qeyûm li Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir.   Di wêneyên ku ji Google Earth hatine girtin de, tê dîtin ku di sala 2014an de li derdora pirê tu avahî çênebûne, lê bi qeyûmên ku di sala 2016an de hatine tayînkirin re, roj bi roj dîwarên beton bilind bûne.   Besta çem hate xerakirin   Di lêkolînên zanistî de yên ku li herêma Gelîyê Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê hatine kirin de, derdora 607 cureyên riwekan û nêzî 635 cureyên ajalan hatine tesbîtkirin. Li vê herêmê ku stargeha çûkan, guhandaran û cureyên bêhestî ye, gelek cureyên wan di xetereya nemabûnê de ne.   Nemaze li derdora Pira Dehderî, moloz û kertolên ku li besta çêm hatine reşandin û dîwarên beton ên ku bilind dibin, faûna (gişta heywanatê) vê bihuşta sirûştî roj bi roj xera dikin.   Zêdebûna kirêtîya dengî   Bi destûrên karsazîyê yên ku ji aliyê qeyûmên ku li şaredarîyên bajarê mezin û navçeyan hatine tayînkirin ve hatine dayîn, gera mirovan li herêmê zêde bû û kirêtiya dengî gihîşte asta ku nayê tehemûlkirin.   Bi hebûna salonên dawetan di nav karsazîyên ser pirê de, fîşekên hewayî yên ku tên teqandin, riyên derbasbûna 180 cureyên cûda yên çûkan ên ku li herêmê dijîn diguherînin û dibin sedema mirina çûkan jî.   Li vir eko-qirkirin heye, ne darçandin   Berevajî îdîaya xwedîyên karsazîyan ku li herêmê darçandin heye, guhertina di herêmê de ya ku her roj zêde dibe û sînorên xwe fireh dike, bi vî awayî di wêneyên Google Earth de yên bi salan re xuya bûye."