Dîlek Akdag: Ji bo madenê gundek hat avakirin 2025-07-04 09:03:39   Memîhan Zeydan   WAN-Hevberdevka Eko-DER a Wanê Dîlek Akdag da zanîn ku madena komirê ya li navçeya Payîzava li ser qada jiyanê hatiye avakirin û gel koçber kiriye. Dîlek Akdag got: “Çem, mêrg, sewal zirarek mezin dibînin. Lê ev zirar nayê dîtin û tê piştgûhkirin.”   Desthilatdarî axa Kurdistanê dijhiqûqî û dijqanûnî pêşkêşî alîgirên xwe dike û îmzeyê davêje binê talanê. Di demek nêz de gundê Şamanîs ê Payîzava ya Wanê bi giştî tune kir û ji bo xebatên madenê vala kir. Bi destpêkirina van xebatên madenê re gundî ji axa xwe bûn. Zirara xebatên madenê ya ji bo hawirdor û xwezayê jî gelek mezine.   Berdevka Eko-DER a Wanê Dîlek Akdag der barê xebatên tên meşandin de axivî.   ‘Em dizanin ku hilweşînên mezin pêk tînin’   Dîlek Akdag destnîşan kir ku madena komirê ya li Payîzava aydê karsazê AKP’î Veysî Urun e û wiha dirêjî dayê: “Ev madena komirê texrîbatên cidî diafirîne. Zirarê dide ava vexwarinê û hemû avan. Em dizanin ku zirarek mezin dide xwezayê û jiyana mirovan. Kan di 2022’an de hat avakirin. Beriya salên 90’î faliyetên komirê hebûye. Lê di 1990’î de hatiye sekinandin. Di 2022’an de kargeriya madenê ya Vefa ketiye dewrê.”   ‘Gund hatiye valakirin’   Dîlek Akdag nirxandina xwe wiha domand: “Dema koma Veda dest bi faliyetan kir gotin wê zirarê nedin hawirdorê. Lê îro em dibînin ku xweza, sewal zirarek mezin dibînin. Toza komirê li her derê belav dibe. Dikeve axê û avêt. Ekosîstem xera bûye. Ligel vê mirovan zirarên mezin dîtin. Gund bi giştî hat valakirin û maden hat avakirin. Gund gundê karsazê AKP’î Veysel Urun e. Yên ji gund koç kirin jî xizmên Veysel Urun bûn. Kapîtalîzm hatiye nokteyek wisa ku tiştek li ber çav nayê girtin û her tişt ji bo berjewendiyê tê dest girtin.”   'Wê rê li ber rizandina civakî vebike'   Dîlek Akdag bi lêv kir ku ji ber faliyetên madenê  koçberî wê rê li ber rizandina civakî vebike û got rizandina civakî ya ji salên 90’î destpêiriye heta îro didome.Dîlek Akdag wiha dawî lê anî: “Xebatên madenê parçeyek polîtîka şer e. Bêguman ev xebat tenê li Kurdistanê nayên kirin. Li her derê Tirkiyeyê tên kirin. Di rewşa  anûna turik ji meclîsê derbas bibe wê mafê îtîrazê ya gel û ekolojîstan ji dest bên girtin. Em ê heta dawî şopdarê mijarê bin.”