Ji bo zarokan şahî hat lidarxistin 2024-10-25 15:22:10     AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên ku li Zarokistana 450 Evlerê perwerde dibin şahiya tirî û pilûrê li dar xist.   Serokatiya Xizmetên Civakî, li Zarokistana 450 Evlerê û Mala Lênêrîna Rojê ji bo zarokên ku li wir perwerde dibin şahiya tirî û bastêqê pêk anî.   Di çalakiya li bexçeyê zarokistanê de zarokan, bi alîkariya dêûbav û mamosteyên xwe gûz xistin ser bendan û ew li pilûra ku di beroşê de keliyabû xistin û meşlûrên gûzan çêkirin, piştre jî pilûr ji bo bastêqê li ser çarşefan belav kirin.   Paşê zarokan meşlûrên gûzan li ser bendên ku hatibûn amadekirin daliqandin û çarşefên bastêqê jî dan ber rojê.   Di şahiyê de, zarokan hem çanda xwe hem jî qonaxên tirî yên ku li herêmê tên çandin û dibin xwarinên cuda hîn bûn.   Zarokan, bi tevlîbûna çêkirina meşlûrê gûzan û bastêqê hem kêfxweşiya afirandinê jiyîn hem jî bi dilê xwe kêf kirin.