Di têkoşîna ekolojîst de bandora rejîma tundiyê 2024-09-22 09:11:13     Melîke Aydin   MUGLA - Akademîsyen Beyza Ustun da zanîn li Hopayê qetilkirina Reşît Kibar bandora mayîndebûna rejîma zextê ya li ser têkoşîna ekolojîk nîşan dide. Beyzayê got tevî hemû polîtîkayên newekheviyê, têkoşîna ekolojiyê ew bi hev re dihûnin.   Li Hopayê parêzvanê jiyanê Reşît Kibar hat qetilkirin. Ev di rayagiştî de wek tundiya di têkoşîna ekolojiyê de tê normalkirin tê nirxandin. Akademîsyen Beyza Ustun ev wek bandora rejîma zextxwir a civakî bûye nirxand.    Rejîma yekparêz civakî bû   Beyzayê da zanîn ku qetilkirina Reşît Kibar bandora rejîma ku veguheriye faşîzmê ye û wiha got: “Di encama rewabûna faşîzma ku civakî bûye de şîrket her cureyê zilmê dikin. Ev pergal û zîhniyet rûniştiye. Zîhniyeta serdest bûye jî şaşî-rastiyê li ber çavan nagire û pêkanînên xwe dimeşîne.”   ‘Bi êrîşa li dijî xwezayê hewl dide vê çareser bike’   Beyzayê destnîşan kir ku zîhniyeta yekparêz a desthilatdariyê di krîzên siyasî yên nikare bi rê ve bibe de ye û got dema krîzan de tişta ewil tê kirin jî rêbazên faşîzne ye. Beyzayê wiha domand: “Krîzên siyasî û kapîtalîzmê ligel hev dimeşin û di pêvajoyên welat de wisa tê hûnandin. Aslên 2000’î de kapîtalîzmê xweza, çand, xist bin tekela sermayê. Ev wek stratejî dîtin. Ji 1992’an heta niha  biryara dewrkirina xwezayê ya ji bo sermayê, her ku krîz girantir bûn, bi tundî pêk tên. Di 2003’yan de ev dewrê şîrketan hat kirin. Li aliyê din HES, kanên keviran, dayîn ruhsatan. Hemû avê ji bo bikaranîna sermayê dikin xizmetê.”   ‘Wezaret ji hev veqetandin’   Beyzayê di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Li her cihê têkoşîn tê dayîn gel ji bo parastina qadên jiyanê serî li têkoşînê didin. Li dijî vê AKP-MHP’ê hêza ewlehiyê bi ser rêxistinên ekolojiyê de dibe. Beriya hilbijartinên 2011’an Wezareta Hawirdor û Daristanê ji hev veqetand. Wek Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, Wezareta Karê Av û Daristanê. Destûra erêkirina Nirxandina Badnora Derdorê (ÇED) da wezareta hawirdorê. Ji bo qadên xwezayê bibin bajar raye danê. Rayeya plansaziyê dayê. Ji bo wezareta daristanê jî rayeya ku erd û avê ji sermayê re vebike hat dayîn.”   ‘Tundî rewa bûye’   Beyzayê daxuyakirin ku yekemîn êrîşa li dijî têkoşîna ekolojiyê hema piştî veguhertina qanûnê di 2011’an de pêk hatiye û li Hopayê Metîn Lomkumcu hat qetilkirin. Beyzayê wiha bi lêv kir: “Dewlet ji bo ji krîzên siyasî derkeve di kongreya NY, Yekitiya Ewropayê de, Zîrveya OCP'ê de peywirê dixwaze, lê  dîsa jî krîza siyasî nikare bi rê ve bibe. Ji ber vê jî hîn bêtir êrîş dike. Dewlet ne li alî gel li alî şîrketan dibe xwedî helwest. Reşît Kîbar dema dixwest herêmê biparêze ji aliyê fîrma taşeron ve hat qetilkirin. Dewlet mudaxaleyê yên dikujin nake. Tundî rewa bûye ji ber nikare aboriyê sererast bike.”