Şewata li Dara Hênê hat vemirandin 2024-08-08 21:01:26     ÇEWLÎG - Şewata ku duh bi şev li navçeya Dara Hênê li qada daristanê derketibû û belavî cihên niştecihan bû, hat kontrolkirin.   Şewata daristanê ya ku duh danê êvarê li herêma navbera gundê Vartax û Çamlîpinar ê navçeya Dara Hênê  a Çewlîgê derket, li gundê Doganca Eskîkoyê belav bû.  Şewat li qada niştecihbûnê belav bû û piştî mudaxeleyê şewat hat kontrolkirin. Xebatên vemirandina agir dewam dikin.   Midûrtiya Rêveberiya Daristana Çewlikê, Şaredariya Çewlikê û Şaredariya Gençê, Îdareya Taybet a Parêzgehan û welatî beşdarî xebatên vemirandina şewatê bûn.