Li Dêrsimê şewat 2024-08-06 21:57:16   DÊRSIM - Di şewata ku bi daristana navçeya Qisle derket de banga mudaxeleyê hat kirin.    Li herêma Zargovit a navçeya Qisle  ya Dêrsimê şewata daristanê derket.    Sedema şewatê nayê zanîn    Komeleya Hawirdorê ya Munzurê li ser medyaya dijital parve kir û diyar kir ku ti mudaxele li şewatê nehatiye kirin û banga mudaxeleyê kir. Hat diyarkirin ku şewat berdewam dike.