Li Şankûşê şewat derket 2024-08-05 11:32:01     AMED - Li navçeya Şankûşê li qada daristanê şewat derket.    Li gundê Simaqî yê bi ser naçveya Şankûşa Amedê ve li qada daristanê şewat derket. Nayê zanîn şewat ji ber çi derketiye û welatî mudaxileyî agir dikin. Gundiyan hawara xwe gihand tîmên agirkujiyê û tîm çûn cihê şewatê.    Welatiyan ragihand ku tîmên agirkujiyê çûne cihê şewatê lê ne mimkûn e ku miudaxileyî şewatê bikin û xwestin ku helîkoterên vemirandinê mudaxileyî agir bikin.    Hat zanîn ku şewat li herêmê berdewam dike.