Qerekolên li Hespîtê hatine avakirin zirarê dide malan 2024-06-12 09:02:23     ŞIRNEX - Li Hezexê leşker bi talîmata walîtiyê qerekolan çêdike. Qerekolên tên çêkirin qadên ku malên gel lê ne dagir dike.   Desthilatdarî li bajarê Kurdistanê di bin navê ewlehiyê de hejmara qerekolan her diçe zêdetir dike. Der barê qerekolên ku wek parçeyeke polîtîkayên şerê taybet tên çêkirin, Ajansa Anadolu di 2018’an de nûçeyek serwîs kir û li gorî nûçeyê di 2018’an de 68 qerekol hatine temamkirin. Qerekolê ku çêkirina wan di 2008’an de hatine destpêkirin, li Kurdistanê di talana xwezayê de dibin hincet. Yek li bajarên ku herî zêde bi çêkirina qerekolan tê zanîn Şirnex e. Li gundê Hespît ê Hezex a Şirnexê çêkirina qerekolê hat destpêkirin û welatiyên herêmê bertek nîşan dan. Çêkirina qerekola ku di 29’ê Gulanê de dest pê kirin, qada ku hewşên gel lê ne dagir kir. Welatiyan ji leşkeran re diyar kirin ku ew çêkirina qerekolê naxwazin û bersiva ‘Ev biryara walitiyê ye, tiştekî di destê me de tuneye’ girtin.   Der barê mijarê de ji gundiyan Muhammed Abdullah Nas axivî û got hewşa mala birayê wî bi awayekî bê dagirkirin, navberê de 5 metre heye qerekol hatiye avakirin. Muhammed da zanîn ku 10 donim erd ji bo çêkirina qereqolê dane leşkeran  lê got ew vê qebûl nakin.    Muhammed diyar kir ku tevî hemû bertekan  çêkirina qerekolê didome.