26 welatan deklarasyona ‘Ji Okyanûsê re Aştî’ îmze kirin 2024-06-09 13:28:07       NAVENDA NÛÇEYAN - Hêj ji bo Konferansa Okyanûsên Neteweyên Yekbûyî ya ku Wê li Fransayê pêk were salek maye, roja Şemiyê herî kêm 26 welatan di forma ‘Immersed in change’ ya li Kosta Rika’yê de "deklarasyona ji okyanûsê re aştî" îmze kirin.   Roja Şemiyê herî kêm 26 welatan di forma ‘Immersed in change’ ya li Kosta Rika’yê de "deklarasyona ji okyanûsê re aştî" îmze kirin. Di nava kesên îmze avêtin de Elmanya, Spanya, Swêd, Kanada, Kolombiya, Şîlî, Îsraîl û Koreya Başûr, her wiha Fransa û Kosta Rika jî ku organîzatorên hevkar ên civîna Neteweyên Yekbûyî ya sala 2025'an bûn hene.    Di dawiya nîqaşên du rojan de 50 welatên beşdar, ji bo parastina okyanûsan banga tedbîran hat kirin. Di belgeya ku li forûmê hat weşandin de hat gotin, "Li ser bingeha zanîna zanistiyê ji bo veguherandina okyanûsê em bi biryar in ku piştgirî bidin xebatên aboriyê ya ji bo başkirina xwezayê.”   Wezîrê Karên Derve yê Kosta Rikayê Arnoldo Andre got, "Okyanûs êdî nikare tehemûlî bêhelwestî û nêzîkatiya me ya xerab bike. Ji ber vê sedemê me li Kosta Rikayê biryara ku dema îlankirina aştiyê hatiye’ daye."   Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji Karên Civakî Berpirsyar Lî Jûnhûa di axaftina xwe ya li vekirina forûmê de got, "Parastina okyanûsê û bikaranîna mayinde ya çavkaniyên deryayî ne îhtîmale, pêwîstiyek e."    Di "deklerasyona aştiyê" ya ji 12 xalan pêk tê ku ji aliyê herî kêm 26 welatan ve hatiye îmzekirin de, her wiha banga sererastkirina peymana parastina deryayên bilind ku di sala 2023'yan de ji aliyê zêdetirî 70 welatan ve hate qebûlkirin ku armanc dike avên derveyî sînor bên parastin.