Li Cudiyê li du nokteyan şewat 2023-09-21 22:05:42   ŞIRNEX- Li herêmên Serê Dehlê û Şilerût yên Cûdî şewat derketin.   Li herêmên Serê Dehlê û Şilerût ên li quntarên Çiyayê Cudî yê Şirnexê şewat derket Li du noqteyên ku şewat lê rûdane bi mehan e ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn.   Şewata ku ji navenda Şirnexê dixuye û gav bi gav li qadên din belav dibe bi tu awayî mudaxile lê nayê kirin.    Her wiha duh jî li du noqteyên gundê Cifanê yê quntarê Cûdî şewat rûdabû û şewata ku mudexele lê nehatibû kirin xwe bi xwe vemirîbû.