Agirê li Herêma Herekolê hate vemirandin 2023-08-23 11:52:00       SÊRT - Agirê li daristanên Herêma Herekolê derketibû hate vemirandin.    Duh di danê nîvro de li Zoma Karamik a gundê Osiyan a navçeya Berwarî ya Sêrtê şewat derketibû û îro di danê sibehê de hate vemirandin. Hat zanîn ku di encama şewatê de gelek dar bûne xwelî. Hat diyarkirin ku şewat ji hêla cerdevanan ve hatiye derxistin û Midûriyeta Daristanan a Sêrtê jî dereng midaxileyî şewatê kiriye.