Li Hezexê şewat derket 2023-08-20 15:08:43     ŞIRNEX - Li Newala Hespistê ya Hezexê şewat derket. Şewat her ku diçe bêhtir belav dibe.    Îro di danê sibehê de li Newala Hespistê ya navçeya Hezex a Şirnexê şewat derket. Heta niha jî ji bo vemirandina agir tu mudaxile nehatine kirin û şewat li tevahiya herêmê belav bû. Di encama şewata heta niha de darên li derdora rûbarî şewitîn. Sedema derketina şewatê nehate zanîn.