Li Dukanê şewat: 10 donim pûş û giyan şewitî 2023-08-16 12:46:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Telan a bajaroka Dukanê yê bi ser Silêmaniyê şewatek mezin derket, di encama şewatê de 10 donim pûş û giyan şewitî û nêzî 100 darên xwezayî yên ji cûrê berû şewitîn. Kesek bi tometa pêxistina agir, hat binçavkirin.   Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Parêzgeha Silêmaniyê ragihand, şewatek berfireh li gundê Telan a ser bi bajaroka Dukanê derket.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku tîmên agirkujiyê karîn agir vemirînin, lê di encama şewatê de 10 donim puş û giya şewitîn her wiha nêzî 100 darên xwezayî yên ji cûrê berû jî şewitîn.   Hat gotin bi tometa pêxistina agir kesek hatiye binçavkirin.