Ger daristanên Kurdistanê neyên parastin, yên Tirkiyê jî ewle nabin! 2023-08-12 09:10:19       Dîlan Babat   ENQERE - Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere, diyar kir ku daristanên li Kurdistanê neyên parastin tu ewlehiya daristanên li Tirkiyeyê tunene û got: “Ev bêdengî fêdeya wê ji tu tiştekî re tune. Divê em bibînin ku pêşeroja me tê tarîkirin.”   Li Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirina daristanan didome. Berxwedana li dijî qirkirina daristanên Akbelenê yên li Îkîzkoy a navçeya Mîlas a Muglayê jî didome. Leşkeran daristanên Çiyayê Cûdî dişewitînin cerdevan jî darên mayî dibirin. Şewitandina daran û birîna daran ji hêla welatiyan ve tê astengkirin.   Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere, qirkirina xwezayê ya ji Cûdî heta Akbelenê nirxand.   Menekşeye da zanîn ku qirkirina xwezayê 20 sale heye û her tiçe krîza ekolojîk ava dibe û hemû xweza di bin xetereyê de ye û wiha vegot: “Bûyerê hewayê yên bên biryar, ji ber şiliyên bi bandor rabûna lehiyan pêk hatin. Îsal pêla hewaya germ bi gelek alî bi bandor bû. Bi rojan ceyran nedan Datçayê. Binesaziya ceyrana wan aliyan ne li gorî hewaya germ e. Li Kurdistanê ceyran bê navber diçe. Me ji saziyên wir agahî negirt. Av û ceyran tên birîn.”   ‘Divê şewatên daristanên li Kurdistanê cuda bên dîtin’   Menekşeyê daxuyakirin ku hebûnên daran li dijî krîza avhewayê  di bin tehdîdek mezin de ne û wiha dirêjî daye: “ Daristanên li Tirkiye û Kurdistanê,  hişk, qirêj û lênerîna wan tune. Ev jî faktorên şewatan zêde dike. Divê şewatên daristanên Kurdistanê bên cudakirin. Ev di çarçoveya polîtîkayek cuda de pêk tê. Her sal bi dehan dar tên birîn. Bi destê hêzên ewlehiyê bi kêfî tên birîn. Şewat tên destpêkirin. Hefteya borî li Cudî û Licê şewat hatin destpêkirin. Heta erdên mirovan ev şewat hatin. Li Kurdistanê polîtîka şerê taybet heye û li Tirkiyeyê jî di bin navê sermaye de rayedarên dewletê têkiliyên qirêj dimeşînin.”   Biryara Daniştay û DMME’ê    Menekşeyê her wiha daxuyakirin ku li dijî krîza avhewayê re daristan li Kurdistanê bi polîtîkayên şer, li Tirkiyeyê jî bi ranta sermayeyê re tên rû hev û wiha dirêjî daye: “Daristanên Akbelen daristanên pir krîtîk in. Daristanên Akbelen hem daristanên Ege hem jî yên Aktenîz tîne gel hev. Hinceta ketina daristanên Akbelenê rezervên komirê nîşan didin. Lê li gorî lêkolînan derketiye holê ku komira wir bê kaliteye. Di 1997’an de Daniştayê û di 2005’an de DMME’ê biryara girtina santrala termik daye. Yanî bi saya van biryara hukma girtina rezerva komirê heye.”   ‘Bêdengî wê êrişan zêde bike’   Menekşeyê di berdewamiya axaftina xwe de nirxandina xwe wiha domand: “Zêdebûna tundiya li dijî kesên li Akbelenê nobetê digirin, ji ber bêdengiya li dijî şewata daristanên li Kurdistanê ye. Bêdengî mixabin her tim tundiyê zêde dike. Heta ku li dijî şewatên daristanên li Kurdistanê bêdengî hebe wê qirkirian daraz bêperwa bê kirin. Ev pêvajoyeke girêdayê heve. Êrîşen li hember xwezaya Kurdistanê ji berê de heye. Mirov naxwazin li dijî şewatên daristanan yên Kurdistanê deng derxin. Ji ber dibêjin wê bên terorîzekirin. Lê ev tiştekî wisa nîne. Divê ev perdeya tirsê bê qelaştin. Bêdengî pêşeroja me tarî dike.”   ‘Hatina gel hev girîng e’   Menekşeyê destnîşan kir ku têkoşîna bi tena serê xwe tiştekî îfade nake û wiha dawî lê anî: “Li ber barîkatan ekolojist hene lê girseya civakî pir biçûke. Divê em ligel hev bin û bi hev re têbikoşin. Îro ne Akbelen bûya wê evqas deng derneketiba. Ev 4 sale li Akbelenê ev sal e berxwedan didome. Banga me eve ku li Cudî jî li Akbelenê jî heman bertek bê nîşandan û deng bê derxistin.”