Li dijî qirkirina ekolojiyê têkoşîna hevpar şert e 2023-08-10 09:10:14     Melîke Aydin   ÇANAKKALE - Parêzvana jiyanê Suheyla Dogan da zanîn ku bi guherînên di Qanûna Daristanan re destûra qirkirina ekolojiyê didin şîrketan û birîn daran di çarçoveya projeyan de pêk tên. Suheylayê got divê li cîhan û Tirkiyeyê têkoşîna hevpar bê dayîn.   Ji sala 2022’yan heta niha  ku AKP hatiye desthilatdariyê di Qanûna Daristanan de guherîna dawî di 5’ê Nîsanê de hat kirin û di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Di xala 16’an de guherîn hat kirin û bi vê xalê tê gotin ku ger wezaret di cih de bibîne wê li qadên daristanan jî faliyetên madenê bên kirin.   Seroka Komeleya Hebûnên Xweza û Çandî ya Çiyayê Kaz, Suheyla Dogan der barê mijarê de nirxandin kir. Suheylayê da zanîn ku guherîna qanûnê li aliyekî, demên dawî de birîna daran girêdayê projeyên şîrketên maden û zêdebûna îthalata keresteyan pêk tên û got rêbaza ji krîzê derketin a şîrketan jî qetilkirina daristanane.   Ji 2002’yan şûnde bi guherînan daristan ji madenê re vekirin   Suheylayê diyar kir ku daristan di çarçoveya projeyên înşat, maden, enerjî û turîzmê de tên tunekirin û wiha vegot. “Bê sînor ruhsat û raporan didin şîrketan. Ji ber daristan ji kesan nayên girtin ewil dest davêjin van qadan. Di serê salên 2000’î de bi guherîna di qanûna daristanan de tê gotin ku li cihekî maden hebe dikare qada daristanê bê tahsîskirin. Vê re qad ji projeyan re hatin vekirin. Çawa AKP hat ev guherîn hat kirin.”   ‘Krîzê bi îxrackirina keresteyan dikin’   Suheylayê, da zanîn ku sermaye ji bo ji bin krîzê derkeve berê xwe dide daristanan û wiha dirêjî daye: “Ji bo kereste bibe sektorên înşatê yên mezin daran dibirin. Di bin navê başkirina daran, ev birîn tên kirin. Ji her derê welat bi kampyonan dar tên rakirin. Me di tu demên de evqas birîn nedîtin. Ev daxwazek îxracatê ye.”   ‘Divê ekolojîstên cîhanê bibin yek’   Suheylayê, daxuyand ku krîza avhewayê li her derê cîhanê tê jiyîn û di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Birîna daristanên li Tirkiyeyê jî parçeyek krîzê ye. Şerê li cihekî din şerê li Ukraynayê, hilweşîna ekolojiyê ya li cihekî din tê jiyîn bandor li me jî dike. Pirsgirêkên ekolojîk pirsgirêkên hevparin. Divê hemû ekolojîstên cîhanê bibin yek û têbikoşin. Pergala kapîtalîst hebûna xwe bi tundiyê didomîne. Çavkaniya hemû tundiya li ser jinan, kedê û ekolojiyê pergala kapîtalîst a serdest ya mêr e. Di tevgerên ekolojiyê de jin di eniya pêş de têdikoşin. Sedema vê jî eve k udi hilweşînên ekolojîk û şeran de her tim yên herî zêde bi bandor dibin jin û zarok in. Ji ber vê jî têkoşîna xwe didomînin.”   ‘Divê têkoşînek hevpar hebe’   Suheylayê, destnîşan kir ku yekane rê ev e ku tevgera jinan, tevgera ked û ekolojiyê bi hevparî têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev ne tenê pirsgirêka ekolojîstane. Ev pirsgirêka her kesî ye. Di mînaka Akbelenê de rêxistinên kedê hîna jî piştgiriyê didin qadê. Hinek dereng bû ger roja ewil de bi hezaran kes li hev kom bibûna wê birîna daran bihata sekinandin. Ji ber vê têkoşîna hevpar girîng e. Li ku derê hilweşîn hebe divê ji bo wir piştgirî bê dayîn.”