'Em perçeyekî xaka xwe jî ji bo sermayeyê nadin' 2023-08-09 09:09:19       DÊRSIM - Jinên ku li Dêrsimê dijîn polîtîkayên dewleta tirk li ser xwezaya Kurdistanê dimeşîne şîrove kirin. Jinan wiha gotin: "Hestiyariya ji bo bajarên Tirkiyeyê tê nîşandan ji bo erdnîgariya kurdan nayê nîşandan. Em perçeyekî xaka xwe jî ji bo sermayeyê nadin."   Li Kurdistanê ev bi salan e bi awayekî sîstematik li dijî xwezayê êrîş pêk tên û xweza tê qirkirin. Dewleta tirk polîtîkayên xwe yên şerên taybet li ser xwezaya Kurdistanê bi awayekî cûr bi cûr dimeşîne. Şewitandinên daristanên Dêrsimê û Çiyayên Cûdiyê yek ji van polîtîkayên şerên taybet in. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hinceta ‘ewlehiyê’ bi destên xwe agir bi daristanan dixe û mudaxaleya gel jî asteng dike. Di derbarê mijarê de jinên Dêrsimê bertek nîşan dan û nirxandin kirin.    'Em dîsa ji bo astengkirina madenê li vir in'   Guneş Sarar anî ziman ku bi salan e li ser tunekirina xwezayê polîtîka tên meşandin û li Dêrsimê jî plansaziya madenê tê kirin. Guneşê da nîşandan ku ji ber astengkirinê gel nikare dest pê bike. Guneşê wiha got: " Em dîsa ji bo astengkirina madenê li vir in. Hêvî dikim ku negihêjin armanca xwe. Ji ber têrnebûyin û kedxwariya fîrmayên taybet xweza tê talankirin."   'Ez ji vê derê Cûdiyê silav dikim'   Guneşê da zanîn ku di tevlîbûna Mîhrîcana Mûnzûrê de dîsa jin li pêş in. Gunêşê bal kişand ser qirkirina xwezaya Cûdî û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Nîjada xwezayê jî heye. Dema mijar herêmên kurdan be mirov xwe dûr dixin, lê belê li herêmên li Tirkiyeyê tiştek diqewime, rêz dibin. Sekneke bi tirs heye. Li Dêrsimê jî sala borî bi rojan daristan şewitîn û nehat hiştin agir bê vemirandin. Hêvî dikim ku ev nêrîn bê guhertin. Ez ji vê derê Cûdiyê silav dikim."   'Em xwedî li av û xaka xwe derdikevin'   Cîgira Serokatiya Giştî ya DEDEF'ê Sebahat Babayigit jî daxuyand ku sermayedaran çavên xwe kutane ser erdnîgariya Dêrsimê. Sebahatê destnîşan kir şewitandinên bi awayekî sîstematîk tê meşandin û yên agir bi daristanan dixin, naxwazin bê temirandin. Sebahatê wiha bi lêv kir: " Desthilatdarî xwezayê qetil dike. Îro şewitandina Çiyayên Cûdiyê, qetilkirina darên Akbelenê û plansaziya madenê ya li vir dixwazin pêk bînin, derdikevin heman deriyî. Desthilatdarî bi sermayeyê re xwezaya me pêşkêş dike. Em wek saziyên parastina Mûnzûrê perçeyek ji xaka xwe nadin sermayedaran û em ê têbikoşin. Em xwedî li av, xak û xwezaya xwe derdikevin."   'Pêwîst e ku bi seknek hevpar nêzîkê xwezayê bibin'   Sebahatê şewitandinên Çiyayên Cûdiyê û astengkirina mudaxaleyan şermezar kir û da nîşandan ku ew li cem welatiyên herêma Cûdîyê ne. Sebahatê wiha axivî: " Li vê derê jî her havînê bi awayekî sîstematîk daristan tên şewitandin û nayên vemirandin. Hestiyariya ku ji bo bajarên Tirkiyeyê tê nîşandan ji bo erdnîgariya kurdan nayê nîşandan. Divê hesasiyeta ji bo Akbelenê ji bo Cûdiyê jî bê nîşandan. Pêwîst e ku em bi seknek hevpar ji xwezayê nêzîk bibin. Dengên ku ji bo Akbelenê bilind dibe, bila ji bo Cûdiyê jî bilind bibe. Pêwîst e ku saziyên ekolojiyê, rêxistinên xwezayê ji bo Cûdiyê deng derbixin."   Li her alî ve armanc tunekirin e   Sebahatê destnîşan kir ku li ser xwezaya Kurdistanê polîtîkayên tunekirinê tên meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî : "Ne tenê li ser xwezayê, li ser mirov, ziman û çandê jî polîtîkayên tunekirinê dikevin meriyetê. Em vî tiştî baş dizanin lê belê pêwîst e ku em van tiştan bi yên ku nizanin jî bidin zanîn."   'Pergala kapîtalîzmê xwezayê îstîsmar dike'   Fatma Kaosen diyar kir ku pergala kapîtalîzmê her tim xwezayê îstîsmar dike û heta ku ev pergal bidome partiyên ku bibin desthilat wê xwezayê talan bikin. Fatmayê da nîşandan ku wê wek sazî û komeleyên Dêrsimê li dijî tunekirina xwezayê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha axivî: " Em ji aliyekî ve têkoşîna xwe ya hiqûqî, ji aliyekî ve jî têkoşîna civakî didomînin."   'Bi destên leşkeran daristan bi awayekî eşkere hatin şewitandin'   Fatmayê da zanîn ku di heman demê de li Akbelenê dar tên qirkirin û li Cûdiyê jî daristan tên şewitandin û ji bo Cûdiyê bertek bi qasî Akbelenê nehat nîşandan. Fatmayê wiha dawî li  gotinên xwe anî: " Li Cûdiyê bi destên leşkeran daristan bi awayekî eşkere hatin şewitandin. Hinceta 'ewlehiyê' ya xwezayê qir dike, nayê qebûlkirin. Çawa ku ji bo Akbelenê deng tê derxistin, pêwîst e ku ji bo Cûdîyê jî deng bê derxistin."