'Sedema qirkirina xwezayê polîtîkayên şer e' 2023-08-08 09:05:06   Elfazî Toral   STENBOL - Endama Koma Xebatê ya Qeyrana Avhewayê ya Partiya Çep a Kesk Çigdem Ozbaş, diyar kir di çarçoveya polîtîkayên şer de xweza tê qirkirin û got: "Qirkirina xwezayê jî bi xwe re qeyrana avhewayê tîne û qadên jiyanê teng dike. Bê daristan jiyan ne pêkan e û divê em xwedî li hewa, av û axa xwe derkevin."    Talana ekolojîk a li Kurdistan û Tirkiyeyê her diçe kûr dibe. Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî talana ekolojîk a li Daristana Akbelenê ya navçeya Mîlas Mûglayê, talana xwezayê ya li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê sîstematîk bûyî û texrîbata ekolojîk a ji Kurdistanê heta Karadenîzê tên kirin didomin. Derbarê polîtîkayên qirkirina xwezayê ya îktîdara AKP'ê û MHP'ê endama Koma Xebatê ya Qeyrana Avhewayê ya Partiya Çep a Kesk Çigdem Ozbaş ji ajansa me re axivî.    Çîgdem, di despêka axaftina xwe de bal kişand ser şewitandina darên li Çiyayê Cûdî û got: "Îktîdar bi êrişên xwe yên li hemberî daran hewl dide ku herêmê bê daristan bihêle û wê tiştî jî wek polîtîkayek dimeşîne. Agirê ku li Cûdiyê derket li qada leşkerî bû. Şewata daran 3 rojan berdewam kir û gundiyên ku xwestin agir bitemîrînin ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Li Kurdistanê polîtîkayên bêdarhiştinê bi hinceta 'ewlehiyê' tê kirin û koçberî tê ferzkirin."   Ji aliyek şer û ji aliyek jî têkoşîn   Çîgdem, diyar kir ku li Akbelenê rastiya berxwedana gel heye û wiha bi lêv kir: "Ekolojîst, derdorparêz û gelê li herêmê banga parastina daran dikin. Berxwedana gel rê li ber şîrketan digire. Niha li hemberî me qeyraneke avhewayê heye û pêşeroja me tehdît dike. Em bi kerasetekî mezin re rûbirû ne. Her wiha ligel vê yekê jî bi polîtîkayên şer hewl didin ku daristanan tune bikin. Aliyek şer heye û ji aliyek jî têkoşîna li dijî şer tê meşandin."    Pêşengtiya jinan   Çîgdem, daxuyand ku qirkirina xwezayê ji ber polîtîkayên şer diqewime û wiha axivî: "Daristanên ku dişewite mudaxale nayê kirin. Tenê perê ji bo fuze û bombeyên nukleerê re tên veqedandin. Ji ber ku budçe tenê budçeya şer e. Bi rojan daristan dişewitin lê tenê temaşe dikin. Hêzek tenê heye ku qirkirina xwezayê rawestine ev jî niha li Akbelenê ye. Me li Akbelenê jinan dît ku çawa pêşengtiyê dikin ji bo pêşerojê."   'Parastin çawa tê kirin em ê nîşan bidin'   Çîgdem wiha bal kişand ser berxwedana li Akbelenê pêk tê: "Li Akbelenê îktîdar nagihije armanca xwe nikare berxwedana li vir asteng bike. Em ê li dijî cudakariyê, nîjadperestiyê û cudakariya nasnameyan xwedî li nasnameya xwe û keda xwe derkevin, em ê parastin çawa tê kirin nîşanî wan bidin."    Derbarê bandora talankirina xwezayê ya li ser qeyrana avhewayê de jî Çîgdem wiha axivî: "Talankirin qada jiyana mirovan teng dike. Beyî dar û daristan jiyan nabe. Bi polîtîkayên şer gel dixapînin û tînin li hemberî hev. Divê em xwedî li hewa, av û axa xwe derkevin."