Tehran mudaxeleyê şewata daristanên Merîwanê nake 2023-08-07 15:44:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Şewata daristanên herêma Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê ku li sê cihên cuda yên daristanên herêma Merîwanê derket, li qadeke berfireh belav bû, dewlet bi ti awayî mudaxele nake.   Li gorî nûçeya ROJNEWS'ê şewata ku li sê cihên cuda yên herêmên daristanên Zagrosê derketibû, di demeke kurt de li herêmên Dereweran, Asnewe û Serşîw belav bû. Li hemberî şewata ku belav dibe, Meclîsa Jîngehê ji bo vemirandina agir banga seferberiyê kir.   Piştî bangê, rêxistinên jîngehparêz û çalakvanên sivîl ên ji gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan herêmên Merîwanê yên ku şewat lê derketine.   Li gorî agahiyên ji aliyê Meclîsa Jîngehê ve hatin parvekirin, nêzî 500 aktîvîstên hawirdorê hewl didin şewatê vemirînin. Hat ragihandin ku heta niha herî kêm 500 hektar qada daristanê şewitiye û bûye xwelî.   Demek beriya wê, di encama êrişên dewleta Îranê de, nêzî 100 hektar qada daristanê ya Kûsalanê şewitîbû. Jîngehparêz dibêjin ku şewata daristanên Merîwanê jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye derxistin û nerazîbûn nîşan dan.   Saziyên peywendîdar ji bo vemirandina agir heta niha tu mudaxele nekirine.