Welatiyên Dîkmecê dest ji zeytûnên xwe bernadin 2023-08-07 09:02:36     Melîke Aydin   HATAY - Ji taxa Dîkmece Meryem Kutlu diyar kir ku bêyî ku elewiyên ereb muxatab bên girtin hewl tê dayîn axa wan bê îstîmlakirin û der barê asîmîlasyon û demografik de hewldan hene. Meryemê got cendermeyên di erdhêjê de nehatine alîkariya wan li nav erdan payîne û got ew bi biryarin darên zeytûnên xwe biparêzin.   Yek ji bajarên ku ji erdhêja 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş bû pêk hat, bandor bû Hatay bû. Li Hatayê ji bo çêkirina avahî û nexweşxanê îhale pêk hatin û piştî vê wezareta hawirdor û bajarvaniyê biryara ‘lezgîn cemawerîkirin’ derxist. Bi vê biryarê di serî de li Dîkmece, taxên ku piranî elewiyên ereb lê dijîn yên wekê Gulderen, Orhanli, Toygarli, Arazî, Karaalî cemawerîkirin pêk hat. Li gundê Dîkmece ji sedî 70’ê cemawerîkirin pêk hat. Gundî û parêzvanên mafê jiyanê ev hefteyeke  berxwe didin. Îhaleyên ku dan fîrmayên REC yên girêdayê Ronesans Holdîng û Kalyon, bi kepçeyan ketin erden Dîkmeceyê.    Divê xwediyên axê muxatab bên girtin   Di 28’ê Tîrmehê de kepçe kirin gundên Dîkmeceyê. Meryem Mutlu der barê mijarê de axivî û piştî erden wan ji tapuyê ketine ji cemawerîkirinê agahdar bûne û wiha got: “Niha têkoşîna hiqûqê didome. Piştî cemawerîkirinê kes bi gundiyan re muxatab nebû. Me lêdan xwar. Zarok, kal û pîr lêdan xwar. Me konê berxwedanê ava kir. Em ji her kesî piştgiriyê dipên. 8’emîn etapên malên TOKÎ li Dîkmece hatin çêkirin û ji sedî 70’ê gund hatiye îstîmlakirin. Di van erdan de darên zeytunan yên gel erden çandiniyê yên gel hene. Ji bo welatiyan tu derî vekirî nehiştin. Bi cemawerîkirinê erdên me digirin. Parêzerên me têkoşîna hiqûqî dimeşînin.”   Armanc asîmîlasyone   Meryemê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di bin navê cemawerîkirinê de xesp tekirin. Kes naxwaze erdên xwe bifroşe. Armanca wan ev e ku elewiyên ereb asîmîle bikin û demografiye biguherin. Em li dijî vê ne. Leşkerên dema erdhêjê de nehatin niha ji bo îstîmlakê li nav erdan dipên. Cemawerîkirina Dîkmeceyê ne tenê me her kesî eleqeder dike. Ji Hatayû hemû taxan piştgirî tê. Ji bo berxwedana gundiyan bê şikandin ji bo hinek kesan pereyên mezin tên razandin. Ev kes tenê tevli berxwedanê nabin. Lê hewldana wan ya şikandina berxwedanê vala ye.”   ‘Divê rêxistinên jinan piştgiriyê bidin’   Meryemê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gundî di mijara veguhestinê de pirsgirêkan dijîn û ji bo îstîhdamê nikarin biçin cihên din û got: “Ji ber vê her kes li ser erdên xwe dixebitin. Rakirina van erdan wê jinan carek din bavêje plana dawî û mafê wan ji dest bê girtin. Em li ser erdên xwe dixebitin û zarokên xwe didin xwendin û debara xwe dikin. Em ê xwedî li axa xwe derkevin. Em jin li qadane û bi hêrsin. Divê hemû rêxistinên jinan piştgiriyê bidin me. Em ji rêxistinên jinan piştgiriyê dipên. Em dest ji zeytûnên xwe bernadin.”