Zîhniyeta serdest a êrişî xweza û jinan dike 2023-08-06 09:02:20     MUGLA - Jinên tevli berxwedana Akbelenê bûn diyar kirin ku êrişa li hember xwezayê bi êrîşa li hember çanda jinê re heman e û ji heman tiştî pêk tê. Jinan li ijî serdestiya mêr banga têkoşîna yekbûyî kir.   Berxwedana li dijî qetilkirina daristanên Akbelenê yên li Îkîzkoy a navçeya Mîlas a Muglayê ku ji bo santralên Enerjiya Yenîkoy Kemer Koy tên qetilkirin, didome. Jinên ji bo Akbelenê nobetê digirin diyar kirin ku êrîşa pêk tê sûcê eko-qirimê ye û divê dewlet an jî şexs hemû sûcdar bên cezakirin.   Parêzvana mafê jiyanê Melîs Tantan diyar kir ku pergala kapitalist a serdest a mêr xwe li ser binpêkirina jin, xweza û kedê heyî dike û got: “Binpêkirina van qadan dişibin hev. Li Akbelenê tunekirina daristanê hemû jiyana zindiyan tune dike. Av û hewayê tune dike. Êrîşeke ku hemû tiştî tune dike ye. Bavê vê êrîşê faşîzm e.”   ‘Em faşîzmê ji dîroka jinê nas dikin’   Melîsê wiha dirêjî dayê: “Şîrket û hevkarê dewletê dixwaze pergaleke serdestiyê li ser xwezayê ava bike. Em vê ji dîroka jinê dizanin. Serdestiya li ser xwezayê em îro baştir dibînin. Ev di esasê de faşizm e û bi destê dewlet û şîrketan pêk tê. Em ê li dijî vê têkoşîna xwe bi hev re bidin.Têkoşîna civakî bi tena serê xwe nayê dayîn. Têkoşîna civakî ya jinan, têkoşîna kedkar, karker, LGBTÎ’yan, têkoşina Kurdan bi tena serê xwe nagihêje serkeftinê. Divê têkoşînek bi hev re û ligel hev bê dayîn.”   ‘Ya êrîşê jinan dike û xwezayê dike pergala serdest a mêr e’   Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Parastina Çiyayên Kaz Omur Îlgor, jî daxuyakirin ku divê eko-qirim sûc bê hesibandin û yên vê sûcî dikin bên cezakirin û got: “Zayenda êrîşa desthilatdariyê jî serdestiya mêr e. Qirkirina ekolojiyê wê zêdetir jinan xizan bike. Jin zêdetir bi bandor dibin. Ji ber vê jî zêdetir jin li berxwe didin. Hemû welat hatin berxwedana Çiyayên Kaz. Me bi hev re têkoşîn da. Li wir jî jin pêşeng bûn. Li vir jî jin pêşeng in. Zayenda berxwedanê jin e. Femînîzmê wek tiştekî bi xof nîşan didin. Desthilatdarî êrîşî mafê me dike. Tundiya li ser jinê zêde dike. Qirkirina ekolojiyê zêde dibe. Lê wê jin berxwedana xwe bidomînin.”   ‘Xweza qada azadiya jinê ye’   Ji Platforma Jinan a Edremîtê û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Balikesîrê Harîka Şîşmanlar jî bertek nîşanê qirkirina xwezayê da û got xweza qada azadiya jinê ye û wiha vegot: “Yên li sewalan dinêrin, yên diçînin jin in û xweza qada azadiya jinê ye. Li daristanê gihayê xwe kom dike û zarokên xwe xwedî dike. Ji ber vê ekolojî bi jinê heye. Mêrg tune bibin wê sewalkarî tune bibe. Qadên starbûnê ji destê wan bê girtin wê mahkumê mêran bibin. Ji ber vê jin li pêşiyê ne. Em banga hestiyariyê li hemû jinan dikin.”   ‘Xwezaya jinê jî heye’   Femînîst Rabîa Kaval jî destnîşan kir ku ji bo piştgiriya parastina jiyana li Akbelenê hatine wir û wiha dawî lê anî: “Şoreşa endustriyê di 1940’î de pêk  hat û di 1980’ê de yekem car qirkirina xwezayê dikin rapor. Ya ku ev kir rapor jinek û her tişt bi berfirehî kiriye rapor. Dema jiyan tê gotin jin tê hişê mirovan. Ji ber jin dikarin jiyanek nû biafirînin. Em xwedî hêzek wisa ne. Ji ber vê yên herî zêde zirarên xwezayê bi bandor dibin jin in. Jin pêşeroja zarokên xwe difikirin. Civakê difikire. Ji bo kolandinên vir bên sekinandin em jin li berxwe didin.”