Dayikên Aştiyê: Bila ev komkujiya xwezayê bê sekinandin 2023-08-02 09:05:28   ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê yên li Şirnexê bi seknek têkoşer li dijî şewitandinên li Çiyayê Cûdîyê pêk tê, disekinin û wiha bang li gelan dikin: ”Bila ev komkujiya xwezayê bê sekinandin. Em wek dayikên li herema Botanê vî tiştî qebûl nakin.”   Li Kurdistanê ev bi salan e bi awayekî sîstematik li dijî xwezayê êrîş pêk tên û xweza tê qirkirin. Şewatên ku li qada Gera Mihetê ya û gundê Sorbitmê yê li qûntarên çiyayê Cudî ya Sîlopiya Şirnexê pêk tê jî yek ji van êrîşên li ser xwezaya Kurdistanê ye. Astengkirina welatiyên herêmê ku dixwazin pêşî li şewatê bigirin û nekirina mudaxaleyê rê dide qirkirina xwezayê. Dayikên Aştiyê li Şirnexê bi bertekên xwe li hemberî êrîşên li ser xwezayê bi seknek têkoşer disekinin û wiha bang li hemû dayikan dikin: “Bila tu dayik vê zilmê qebûl nekin û li hember vê zilmê bisekinin. Ev neheqî ye. Em îro li hemberî vê zilmê nesekinin, di pêşerojê de ev zilmê mezin bibe.”   ‘Ew li hemberî hemû tunekirinên xwezayê ne’   Asya Tayê da zanîn ew ne bi tenê li hemberî şewitandinên xwezaya li Kurdistanê ne, li hember hemû şewitandinên xwezayê ne. Asyayê da nîşandan ku daristan ji bo xwezayê devjêneberdanek e û wiha got: " Dar û daristan tune bin mirov bêhenase dimîne. Daristan ne ya şewitandinê ye. Li ku derê êrîş li ser xwezayê hebe û xweza bê tunekirin, em li hemberê vî tiştî ne. "   ‘Şewitandinên daristanan gelek candaran tune dikin’   Asyayê bal kişand ser armanca şewitandina Çiyayê Cûdiyê û wiha axivî: " Ew şewitandinên çiya û daristanan ne bi tenê xwezaya me tune dike, hemû tiştên me binpê dike. Ajalên di daristanan de dijîn ji ber şewitandinan tên kuştin û gelek candar jî tune dibin."   ‘Bila şewitandinên daristanên Kurdistanê bê sekinandin’   Asyayê da xuyakirin ku ew wek Dayikên Aşitiyê li hember qirkirina xwezayan têdkoşin û bi bangawaziyê wiha dawî li axaftina xwe anî:” Bangawaziya me ev e ku bila ev şewitandinên dar û daristanên Kurdistanê bê sakinandin.”     ‘Pêwîst e hemû dayik bertekê nîşan bidin’   Taybet Tatliyê jî diyar kir ku pêwîst e ku hemû dayik û jiyanparêz li dijî tunekirina xwezayê bertekê nîşan bidin û têbikoşin. Taybetê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Bila tu dayik vê zilmê qebûl nekin û li hember vê zilmê bisekinin. Çi ji me dixwazin ku darên me dişewitînin? Ev neheqî ye. Em îro li hemberî vê zilmê nesekinin, di pêşerojê de ev zilmê mezin bibe.”   ‘Şewatên li Kurdistanê nayê temirandin’   Taybetê anî ziman ku li Tirkiyeyê dema ku agir bi daristanan dikeve, bi agirkuj û firokan tê temirandin, lê belê di herêmên kurdan de nayê temirandin. Dibêjin ’em ê darên wan bişewitînin, em ê binpê bikin’. Çi ji me dixwazin?   ‘Bila dayik rê nedin van şewatan’   Taybetê di dawiya axaftina xwe de bang li dayikan kir û wiha got: “ Bila hemû dayik li hemberî van şewitandinan bisekinin û rê nedin.”   ‘Em ji xewê rabûn û dilê me peritî’   Emîna Alkiş da xuyakirin ku ev bi salan e daristanên Kurdistanê tê şewitandin, gund tên xirabkirin û warên kurdan tê talankirin wêrankirin. Emîne wiha bi lêv kir: “ Her darek welatekî ava dike, jiyana mirov, ajal û hemû candaran girêdayî xwezayê ye. Bi şev saet di diduyan de şewitandina Çiyayê Cudî dest pê kir. Em ji xewê rabûn û dilê me peritî. Di welatê me de ne avê dihêlin, ne jî çiyayan dihêlin.”   ‘Bila ev komkujî bê sekinandin’   Emîneya ku destnîşan kir ku nahêlin şewat bê temirandin, anî ziman ku ji bo şewitandina çiyayên Kurdistanê av nema ye. Emîneyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Em bangawaziyê li kurdan dikim ku bila ev komkujiya xwezayê bê sekinandin. Em wek dayikên li heremên Botanê vî tiştî qebûl nakin.”