Li Cûdiyê keştiya mirovahiyê dişewite! 2023-07-31 09:06:25   Şehrîban Aslan   AMED - Endama ÇMO'yê Nûjiyan Yildirim der barê şewata li Çiyayê Cudî axivî û  got: “Bi hinceta ewlehî û aboriyê polîtîkayên rantê pêk tên. Ji bo em vê qebûl nekin divê demildest em li dijî şewata li Cudî bibin deng. Keştiya mirovahiyê li Cûdiyê dişewite.”   Li qada Gera Mihetê ya û gundê Sorbitmê ya li qûntarên çiyayê Cudî ya Sîlopiya Şirnexê ye bi rojane şewat didome. Şewata li herêmê derketiye li qada berfireh belav bûye û çavkaniyên herêmê diyar kirin ku qad ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin. Cihê dişewite nêzî qereqolê ye. Tu mudaxale ji bo şewatê tune ye û destûr nayê dayîn ku welatî agir bitemirînin.   Endama Odeya Endezyarên Derdorê (ÇMO) Nûjiyan Yildirim der barê şewat û qirkirina daran de nirxandin kir.   ‘Bêdengiyek sedsalî’   Nujiyanê bal kişand ser qirkirina daran û şewatên daristanan û daxuyakirin ku bêdengiya li dijî qirkirina xwezayê ya herêmê, bêdengiya sedsalan a li dijî talana xweza û dîrokê ye. Nûjiyanê wiha dirêjî dayê: “Li herêmê bi salan e bi awayekî sîstematik li dijî xwezayê êrîş pêk tên, xweza tê qirkirin. Li dijî vê gelê herêmê, parêzvanên hawirdorê û odeyên pîşeyî bang dikin û bertek nîşan didin. Lê dengekî xurt dernakeve. Ev jî ji ber vê pêk tê. Hinceta ewlehiyê pêşkêşî rayagiştî dikin. Niha li Cûdiyê demek dirêj e şewat didome û qirkirinek daran heye. Ji bo berjewendiyên rantxwaran dar tên birîn. Tevî serlêdanên sûc û gilîkirinan rayagiştî ava nebû. Bi hinceta ewlehiyê gel didin sekinandin.”   ‘Qirkirina xwezayê’   Nûjiyanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku pirsgirêka ewlehiyê di encama hilweşîna xweza û karasetan de pêk tê û wiha got:"Ji ber polîtîkayên ewlehiyê xwezayê qir dikin. Bi awayekî kêfî û bê sînor texrîb dikin. Nêzîkatiya hêzên ewlehiyê û rayedaran a li hember hilweşîna xwezayê di astek dijwar de ye. Şewata li Cûdiyê wek şahiyekê ji aliyê leşkeran ve tê kişandin û dişînin ji malbatên xwe re. Di encama polîtîkayên ku tundiyê xwedî dikin ev dîmenên tunebûna zindiyan xwezayê tê temaşekirin.”   ‘Destûrê nadin temirandinê’   Nûjiyanê destnîşan kir ku ne tenê li Cûdiyê li her derê Kurdistanê bi destê dewletê agir bi daristanan tê xistin û wiha domand: “Li Akbelenê jî heman pirsgirêk heye. Nahêlin mudaxaleyên şewatan bên kirin. Di heman demê de li Akbelenê di rojên dawî de dar tên birîn. Bertekên li dijî vê didomin. Li Cûdiyê di şewatan de zindî tên tunekirin. Hemû zindî tên şewitandin. Ev bi hinceta ewlehiyê wek polîtîkayek dewletê didome.”   ‘Divê em bibin deng’   Nûjiyanê di dawiyê de bang li gelê Kurd û parêzvanên xwezayê kir û wiha got: “Di hemû pirtûkên pîroz de tê gotin ku Keştiya Nûr li vê herêmê ye. Di vê baweriya bi hezaran salî de ne tenê mirov hemû zindî hatine xilaskirin. Yanî em hemû di keştiyekê de ne û em girêdayî hev in. Divê em demildest li dijî qirkirina xwezaya Cûdiyê bibin deng. Li Cûdiyê keştiya mirovahiyê tê şewitandin.”