Li Lîcê agir bi daristanê ket 2023-07-28 14:26:22   AMED - Li navçeya Licê ya Amedê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.    Li ser rêya Amedê, li dora herêma Husênîk a navçeya Licê, agir bi qada daristanê ket. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; tîmên agirkujiyê li herêmê mudaxileyê agir dikin. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku li herêmê ba zêde ye û ji ber vê yekê agir belavî derdorê dibe. Çavkaniyan gotin ji ber bayê tîmên agirkujiyê nikarin bi awayekî bi bandor mudaxileyî agir bikin.