Kesên li Akbelenê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-07-27 18:06:38   MÛGLA - Li Akbelenê kesên ku hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Kesên dixwestin pêşî li qirkirina Daristana Akbelenê ya navçeya Mîlas a Muglayê bigirin duh rastî êrişa leşkeran hatin û hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Marmarîsê Guven Goknar, Endamê Meclisa Menteşeyê ya Platforma Hawîrdorê ya Muglayê Ferah Gumuş û Mehmet Îşbîlîr ê di êrişa cendirmeyan de hatibûn binçavkirin piştî karûbarên îfadeyê yên li Qereqola Cendirmeyan ya Mîlasê duh şev hatin berdan.    Hevserokê HDP'a Îzmîrê Çinar Altan û wênekêş Selahattîn Kaya bi hinceta ku li ser hesabên xwe yên medyayê parvekirinan kirine bi şev li qereqolê hatin ragirtin. Altan û Kaya sewqî Edlyeya Mîlasê hatin kirin û piştî karûbarên îfadeyê bi şertê kontroal edlî sewqî Dadgeha Cezaya Sûlhê hatin kirin. Altan û Kaya bi şertê kontrolkirina edlî û 'qedexeya derketina derveyî welat' hatin berdan.