Li Mîlasê şewata daristanê 2023-07-12 18:22:16   MUGLA - Li Mîlasê li qada çêre lê bû şewat derket û gihişt daristanê. Hat hînbûn ku bi dehan hektar erd ji şewatê badnor bûye û şewat xistine bin kontrolê.    Li qada çêreyê ya navbera taxa Guvercînlik a Bodrum û taxa Bogazîçî ya Mîlas a Mgulayê saet di 15.00’an de şewat derket û gihişt qada daristanê. Ji hewa û bejahî ve mudaxaleyê şewatê kirin û hat hînbûn ku bi dehan hektar qad ji şewatê bandor bûye.   Hat hînbûn ku şewat xistine bin kontrolê.