Li Edene û Mersînê şewata daristanê 2023-07-11 18:46:05   EDENE- Li navçeya Karaîsali ya Edeneyê li mewkiya Akgedik  li qada daristanê û li navçeya Tarsus a Mersînê li qada daristanê ya taxa Çavuşoglu şewat derket.   Li navçeya Karaîsali ya Edeneyê li mewkiya Akgedik  li qada daristanê şewat derket.Welatiyan agahî dan Midûriyeta Herêma Daristanê ya Edeneyê.Li ser vê ji hewayî û bejahî bi du helikopter û balafirî xebata temirandinê hat destpêkirin.   Mersîn   Li navçeya Tarsus a Mersînê li qada daristanê ya taxa Çavuşoglu jî ber sedemek nayê zanîn şewat derket. Li ser agahiyê helikopter û balafira temirandinê sewqê herêmê kirin.Mudaxale didome.