Gola Sixkê ziwha bû 2023-07-08 13:00:11     WAN - Gola Sixkê ku dikeve nava Sînorê navçeyên Tuşba û Rêaya Armûşê ziwa bû.   Di serî de krîza avhewayê ku diqewime, avdaniya zêde, polîtîkayên şaş ên çandiniyê dibe sedema ziwabûna gol û çeman. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 60 salên dawî de nêzî 70 golên xwezayî ku bi qasî sê Gola Wanê dike ziwa bûn. Tenê di sala 2021’ê de Gola Karataş, Gola Burdur, Akgol, Gola Işikli, Gola Eber, Gola Akşehîr û Gola Mekke Krater avê wan kêm bûn û di nava demê de beşek mezin a an golan ziwa bûn.    Niha jî Gola Sixkê ya di navbera sînorên navçeyên Tûşba û Rêya Armûşê yên Wanê de dimîne ji ber qirêjiya hewayê ziwa bû. Gola Sixkê mazûvaniya gelek ajalan dike. Bi kêmbûn û ziwabûna golê re jiyana ajalan û xwezayê jî bi talûkeyê re rû bi rû ma.