Li Datçayê şewata daristanan 2023-06-29 19:52:21   MUGLA - Li Datçayê li qada daristanê şewat derket. Ji hewa û bejahî ve mudaxale didome.   Li navçeya Datça ya Muglayê li qada daristanê ji ber sedemek nayê zanîn saet di 18.30'an de şewat derket. Şewata li qada Kargi Koyu derket ji ber bandora ba xetere heye ku mezin bibe.   Midûriyeta Daristanê ya Muglayê daxuyanî da û diyar kir ku gelek ekîp şandine herêmê.