Li dijî projeya rantê bertek: Em dest ji axa xwe bernadin 2023-06-13 09:02:01     Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Li Şahîntepe ku di bin navê veguhestina bajar de tê talankirin, gel li dijî projeya rantê li berxwe dide û diyar kirin ku ew axa xwe terk nakin. Jinan diyar kirin ku çavê dewletê têr nabe û wê axa xwe ji wan re nehêlin.   Gelek herêmên Stenbolê di bin navê projeya veguhestina bajarvaniyê de tê talankirin. Yek ji van projeya li taxa Şahîntepe ya Başakşehîrê pêk tê. Tax li nêzî Projeya Kanal Stenbolê cih digire. Gel diyar kir ku ji bo rantê wan koçber dikin.   Jinan bertek nîşanê projeye dan û diyar kirin ku ew li dijî vê li berxwe didin.    Jina bi navê Bahriye Çelîkkol got ji bo wan mexdûr bikin vê projeyê çêdikin û got: “Keda min a 23 salan heye. Min her tişt bi pereyê xwe anî. Niha ketine pey Şahîntepe. Dibêjin xanî li hember erdhêjê bi rîsk in. Lê hilweşiyana wê di 99’an de hilweşiyana. Çavên min ne di erseyê de ye lê dewlet her tim dixwaze. Çavê dewletê têr nabe. Ew di qesran de dijîn lê çavên wan li vir in. Em jin li dijî vê projeyê ne. Em mala xwe ji wan re nahêlin.”     ‘Gelo wê canê me bigirin?’   Kezban Ergun jî destnîşan kir ku 24 sal in li taxê ye û hemû jiyana li wir bi destên xwe ava kirine û got: “Di encama têkoşîna me de av û ceyran hat vir. 24 sal in ez li vir im, ew li ku bûn. Niha hatine ji destê me digirin. Tu mafî nadin me. Ya didin me jî bi deynd didin. Ev der cihekî çolter e lê dixwazin me bişînin cihekî hîn bêtir ne baş. Li vir avahî çêkirin heba wê bi 5 mîlyon TL yî. Ez çawa bi 5 mîlyonî xanî bigirim. Ez naxwazim axa xwe bidim. Pêvajo li dij hiqûqê pêk tê. Bi kêfî tev digerin. Kanûnan nas kin. Wê xwezayê qetil bikin.”   Bêyî agahiya wan xanî hatin firotin   Gulfer Çetînkaya jî  anî ziman ku di 99’an de ji Orduyê hatine Şahîntepe û li vir jiyane, di pêvajoya veguhestina bajarvaniyê de jî bêyî agahiya wan xaniyê wan ji aliyê Başakkent A.Ş ve hatine firotin. Gulferê bertek nîşanê rewşê da û got dixwazin wan ji qada jiyanê derxin û got: “Em veguhestina bajarvaniyê naxwazin. Pereyê ew didin me ji bo xwarina şevek wan têr nake. Cihê min digirin û avahiya 12 qatî çêdikin. Em cihê xwe nadin wan.”   ‘Em dixwazin azad bijîn’    Endama Koordînasyona Meclîsa Mafê Starbûna Şahîntepe Dongul Bîlgîn jî wiha vegot: “Bi veguhestina rantê dixwazin pêşî li gel bigirin. Cihê me ji xwe re ava kiriye şaredarî dixwaze xesp bike. Dixwazim me bibin cihên cuda û me deyndar bikin. Em mafê xwe keda xwe dixwazin. Em naxwazin cihê xwe terk bikin. Em dixwazin azad bijîn. Bêyî malbatan xaniyên wan hatin firotin. Bi armanca piştevaniya malbatan me nobet da destpêkirin. Wê nobeta me bidome.”   Jina bi navê Fadîme Çelîkkol jî nerazîbûna xwe anî ziman û daxuyakirin ku ew naxwazin ji Şahîntepe derkevin û hêza wan tune ye ji avahiyên ku li wir tên çêkirin bigirin. Fadîmeyê got ew ê li berxwe bidin û axa xwe ji wan re nehêlin.