Êriş birin ser nobeta li Deştînê: 11 kes hatin binçavkirin 2023-04-08 08:48:54     MUGLA - Li Deştinê  cenderme bi ser çalakvanan de girt û di nav de zarok û jin heyî bi îşkenceyê binçav kir.    Çalakiya nobetê ya ji aliyê gundiyên ku rêya ku diçe kargeha çîmentoyê ya li gundên Deştîn û Bayir ên Muglayê hatibû destpêkirin, berdewam dike. Gundiyên ku destûrê nadin qazana klinker û firinê derbas be, li herêma Bayir kon vedan û nahêlin TIR derbas bibin.    Di saet 04.00''an de cenderme êriş bir ser çalakvanan. Di encama êrişê de Engîn Uyan, Dîlber Ozdemîr, Çagdaş Ozdemîr, Gorkem Çetînkaya, Seher Şener, Selahattîn Turkoflu, Satîke Sarî, Hasan Sarî, Ferah Gumuş û herî kêm 11 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin.    Kesên ku hatin binçavkirin birin Qereqola Cendermeyan Yerkesik û Qereqola Navendî ya Menteşe. Hat diyar kirin 2 zarok û 5 jin jî di nav kesên ku hatine binçavkirin de hene. Li bendê ne ku îfadeyên wan bê girtin.    Çalakvanan destnîşan kirin ku ketina TIR'an a li herêmê hatibû qedexekirin û biryar ji hêla dozgeriyê ve hatibû ragihandin. Çalakvan û parêzvanên jiyanê banga piştevaniyê kirin.