‘Jiyana me evqas erzane gelo’ 2023-04-06 09:12:23     Dîlan Babat    HATAY -  Li navçeya Samandag a Hatayê kavilên xaniyên hilweşiyane li taxa Yeşîlkoy a  têketina navçeyê û Qada Mîheyla Kuş hatin valakirin. Jinan bertek nîşanê vê dan û diyar kirin ku ji ber jiyana xwe parastine lêdan xwarine û gotin gelo jiyana mirovan evqas erzane?   Du meh ser erdhêja navenda wê Mereş bû derbas bû. Yek ji bajarên herî zêde bi bandor bû Hatay bû. Kavilên ji navenda Hatayê  tên rakirin li qadên jiyanê tên rijandin. Ev kavil jiyana mirovan tehdîd dikin.   Nexweşiyên astik û kuxikê destpê kir   Kavilên navçeya Samandag a Hatayê li hilweşiyane li taxa Yeşîlkoy a têketina navçeyê û Qada Mîheyla Kuş hatin valakirin. Piştî vê bi welatiyên li konan dimînin re nexweşiya astim û kuxikê destpê kir. Welatiyênli dijî vê xetereyê dest bi nobeta jiyanê kirin leşkeran tundî lê kir û ew binçavkirin. Gel diyar kirin ku heta ev kavil neyên rakirin wê berxwe bidin.   ‘Ji ber em jiyana xwe diparêzin lêdanê dixwin’   Gulbeyaz Ergun diyar kir ku di erdhêjê de pirsgirêkên mezin jiyane û xizmên xwe winda kirine û got: “Niha jî ev kavil derketin. Tevî evqas zor û zehmetî ev derxistin holê. Ev 10 roje em berxwe didin. Em çûn Walîtiyê. Me soz girt. Lê soza xwe neanîn cih. Kavilan li vir belav dikin. Gelo jiyana mirovan evqas erzane. Em berxwe didin lê em tundiyê dibînin. Em lêdanê dixwin."   ‘Ma her tim em bimrin’   Gulbeyazê di berdewamiyê de destnîşan kir ku heta ev kavil ji qada jiyanê neyên dûrxistin wê berxwe bidin û ev tişt bi lêv kir: “Ev der qada jiyanê ye. Çavkaniya debara me cotkariye. Li ku dinêrin mirov lê dijîn. Ma her tim em bimrin. Em ê heta dawî li berxwe bidin.”   Jina bi navê Bedîa Ergun jî daxuyand ku di nobeta du hatiye girtin de du zarokên wê hatine binçavkirin û wiha dirêjî daye: “Zarokên min ji bo jiyana xwe têdikoşin. Li vir mirov ji ber jiyana xwe diparêzin ji ber zarokên xwe diparêzin tên binçavkirin. Lê em ji bo jiyana xwe wê heta dawî têbikoşin. Hem tenduristiya me hem çavkaniya debara me ji destê me digirin. Lê em ê ji bo pêşeroja xwe berxwe bidin.”