Li dijî krîza avê kampanya 2023-04-06 09:03:13   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Cotkar Goknur diyar kir li dijî krîza xurek û avê ya îhtîmal heye li cîhanê rû bide çavkaniyên ava şîrîn ji qadên gîha re dikin qurban. Goknurê bo kampanya dane destpêkirin jî banga piştgiriyê kir.   Di 22’yê Adarê Rojava Ava Cîhanê de Koma Xurek û Tov a Herêmî ji bo qedexekirina çandina gîha, rawestîna îthalata çîha li ser malpera Change.org kampanya da destpêkirin. Parêzvana jiyan û teknîkera çandiniyê Goknur Yumuşak derbarê mijarê de axivî.   Goknur diyar kir ku li cîhanê ji bo ava vexwarinê ya ji sedî 0.5’ê avên cîhanê ava dike şertên ax û xurekê wê destpê bike û got ji bo hezar metrekare qadek gîhan rojê 7 ton av tê xerckirin. Goknurê daxuyakirin ku  Ji bo av tune nebin, krîza avhewayê giran nebe û xurekên baş divê bîstanên bajaran û vegerên gundan bên teşwîqkirin û av ji bo gîhayan neyê fedakirin. Goknurê bo kampanya dane destpêkirin banga piştgiriyê kir.   Çîm li hemû cîhanê tê firotin   Goknurê destnîşan kir ku ji bo parastina ava şîrîn wek Koma Xurek û Tov a Herêmî di 22’yê Adarê Rojava Ava Cîhanê de li ser Change.org kampanya îmzeyan dane destpêkirin û wihagot: “Ji bo dîtbariyê li qadên taybet û cemawerî gîha tên çandin. Ji bo vê baxçeyên fêkiyan tên tunekirin. Şîrketên pir netew tovên vê difroşin. Ev bû moda. Ev girêdayê pêşketina burjuvaziye ye. Li xaniyên mezin girîngiyê didin dîtbariyê. Fîrma van tovan difroşin hemû cîhanê. Kesên hinek axa wan heye dest bi çandina gîha dikin. Di mîmariya peyzajê de tê bikaranîn.   Çavkaniyên avê  tên fedakirin   Goknurê diyar kir ku her çiqas estetîkbûn hebe jî ji bo hezar metrekare qada gîha rojê 7 ton av tê fedakirin û ev tişt bi lêv kir: "Avên vexwarinê yên cîhanê ji sedî 0,5 e. Ev jî divê neyê fedakirin. Ji bo dîtbariyê dikarin nebatên cuda bên bikaranîn. Li şûna gîha  nebatên ku hefteyê carê tên avdan divê bên tercîhkirin. Tirkiye di alî avê de welatekî pirsgirêkan dijî ye. Li cîhanê rêza 40’î de ye.”   ‘Bîstanên bajar dikarin bên avakirin’   Goknurê, daxuyand ku li şûna qadên çîmê dikaribû bostan bihatana çandin û wiha dawî lê anî: “Li avahiyan dikarin nebatên çandinî li şûna gîha bihata çandin. Bîstanên bajar dikarin bên çandin. Li şûna çîm dikare sebze û fêkî bên çandin. Lê ji bo temaşekirinê ji bo kişandina wêne çima 21 ton av bê xerckirin. Ji bo vegerên gundan xebat karin bên kirin, dikare projeyên ku gel teşwîq dike bên kirin. dilopek ava me maye û divê ew jî ji bo gîha neyê fedakirin.”