Ecehan Balta: Bloqekirina avê dibe sedema şer û pevçûnan 2023-04-05 09:02:24   Melek Avci   ENQERE - Zanista siyasete û aktîvîsta ekolojiye Ecehan Balta diyar kir ku ji berê de av wek çeka çek a stretejîk hatiye bikaranîn û got av ji ber çavkaniya jiyanêye, bloqekirin dibe sedema şer û pevçûnan.   Krîza avê li Rojhilat, Iraq, li Sûriyeyê bi taybet li herêmên ku kurd û nasnameyên etnik dijîn ji aliyê Tirkiyeyê ve tê girankirin. Rêxistina Şopandina Mirovan (HRW) der barê ku Tirkiyyê li Sûriye û û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê av biriye de daxuyanî da û diyar ku bi vê tenduristiya gel xistine xetereyê û li herêmên Kurd lê dijîn pêşî li avê girtine û wê ev bibe berdewama nexweşiyan. Di rapora ku Ofîsa Koordînasyoan Alîkairya Mirovahî ya NY’ê ya di Tîrmeha 2020’an de aşkera kiriye hat gotin ku Tirkiyeyê ava Çemê Fifatê ya diherike Sûriyeyê biriye û ji sedî 65 av kêm bûye. Sala borî Tirkiyeyê pirsgirêka avê îdia kir û berpirsyariya ketina avê  red kiribû.   Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî di serdana Tirkiyeyê de derxistibû holê ku yek ji rojevên herî girîng rewşa avê ye. Zanista siyasî û aktîvîsta ekolojiye Ecehan Balta der barê  bloqekirina avê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin û şerê sistematik ya li dijî wezayê vegot.   ‘Av çeka şer a stratejîke’   Ecehanê diyar kir ku ji berê de av wek çeka şer a stratejîk hatiye bikaranîn û NY’ê got birîna avê ya ji aliyê Tirkiyeyê hatiye kirin sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Av wek çeka şer tê bikaranîn. Ev tiştekî ne nû ye. Ev çekek ku li ser gel hilweşînek mezin dike ye. Virîna avê, temînkirin avê wek şantajê bikaranîn, pir zêde hatine jiyîn. Li gorî Navenda Zanîna Rojava birîna avê û dagirkirina îstasyonên avê di belavbûna nexweşiyên wek COVÎD 19’ê de jî rolek mezin lîstiye. Ji ber avê nexweşiyên wek kolerayê her tim tên rojevê. Nûnerê Daîmî yê NY’ê yê Sûriyeyê Beşşar El Caferî jî  ji sekretere NY’ê re gotibû birîna avê sûcê şer e.”   ‘Bloqekirin şer û pevçûnan zêde dike’   Ecehanê diyar kir ku birîna çavkaniyên avê şer û pevçûnan jî dijwar dike û Îran jî her tim ava ji bo herêma Kurdistanê dibire û ev jî bandorek neyînî li ser jiyanê dike. Ecehanê ev tişt bi lêv kir: “Li aliyê din bêguman rê li ber şerên avê vedike. Di dîrokê de hatiye dîtin ku navbera du dewletên Sumer de ji ber avê şer derketiye. Misir ji bo kontrola jiyanî ya li ser çemê Nîl bigire dest her tim bi Sudan û Etiyopyayê re di pevçûnê de ye. Îran li ser çemê Dîcle her tim bendavan çêdike û Iraqê mijar bir dadgeha navneteweyî. Îran bi taybet havînan ava diherike Iraq û Herêma Kurdistanê dibire. Ev jî bandorek neyînî li ser jiyanê dike. Ava ku bandorek mezin li ser jiyanê dike dibe sedema reaksiyoneke zincîrî.”   ‘Li dijî mirovahiyê sûc e’   Ecehanê got ku şerekî sistematik yê kapîtalîzmêya li dijî xwezayê mijara gotinê ye û ev tişt bi lêv kir: “Ligel vê serdest kontrola li ser avê pêk tînin û mirovan ji avê bêpar dihêlin, hewl didin mirovan wisa terbiye bikin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Nayê qebûlkirin ku av wek rêbaza terbiye û çekê bê bikaranîn. Av ji bo her kesiye divê hebe. Serokwezîrê Iraqê Şiya es-Dudanî hat Tirkiyeyê û mijara avê girt dest. Tirkiye xwe li ser ava Dîcle-Firatê serdest dibîne. Ligel operasyonên leşkerî av wek çekê tê bikaranîn. Li dijî gele sivîl tê bikaranîn. Ev di hiqûqa navneteweyî de sûcê mirovahiyê ye û cînayeta siyasiye.”