Li Cindiresê qirkirina daran 2023-03-12 14:41:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên El Hemze yên Tirkmen ku girêdayî artêşa Tirk in 80 darên zeytûnan li Efrîna dagirkirî birîn.   Di dîmenekê de ku ajansa Nûçeyan a Hawarê bi dest xistiye, çeteyên El Hemze yên bi fermana Îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT)  tevdigerin darên zeytûnan li Efrînê dibirîn. Ew dar ên Mihemed Teter ku bi navê Mihemed Tato tê nasîn ê ji gundê Gewrika yê Cindirêsê ya Efrînê ne.   Di dîmenê de diyar dibe ku çeteyan 80 darên zeytûnam yên di zeviya navbera gundê Tilifê û navenda navçeya Cindirêsê de birîne.