'Xweza jiyana me ye em ê biparêzin' 2023-02-03 09:02:32   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Sîbel Edîz diyar kir ku li gelek herêmên Botanê talankirina xwezayê dewam dike, niha dixwazin darên gundê Bîlîga bibirin û bi gotina "Xweza jiyana me ye" banga parastinê kir.   Li Şirnexê di bin navê “herêmên ewlehiyê” de bi salan e qetlîama xwezayê didome. Di salên borî de qetlîama xwezayê bi şewata daristanan hat destpêkirin û ev 3 sal in ku dar tên birîn. Li herêmên Besta, Cûdî û Gabarê yên Botanê di bin çavdêriya cerdevan û leşkeran de heta niha bi hezaran dar hatin birîn û bi hezaran hektar erd hatin şewitandin. Li herêmê roj bi roj birîna daran belav dibe û li qadên nû ku tên tespîtkirin dar tên birîn. Herî dawî darên li der û dora Cûdî dibin hedefa talan û qirkirinê.  Li navçeya Silopyayê li gundên Gundikremo, Nêvava, Gilindor, Sipîmdarok, Akêt, Sorbitim, Bêşêr, Hesena dar hatin birîn û niha jî gundên Biliga, Silib û Hebler di hedefê de ne û dixwazin darên li van deveran jî bibirin.   Tê diyarkirin ku dê li gundê Bîlîga yê di salên 1990’î de hat valakirin, birîna daran dest pê bike. Welatiyên ku naxwazin darên gundên wan bên birîn, banga xwedîderketina li xwezayê kirin.   ‘Em naxwazin darên me werin birîn’   Ji gundê Biliga Sîbel Edîz daxuyand ku demek dirêj e li herêmê qirkirina xwezayê didome û wiha axivî: “Li gelek gundên Silopyayê dar birîn û hê jî birîna daran dewam dike. Ne tenê li Silopyayê em li tu deran naxwazin dar werin birîn û xweza were telankirin. Jiyana me girêdayî daran û xwezayê ye. Gundê me di salên 90’î de hate hilweşandin û em neçarî koçberiyê hatin kirin. Di pêvajoya çareseriyê di hin deman de destûr dan ku em biçin gund lê piştî wê dîsa gund li me hate qedexekirin. Me gelek hez ji gundê xwe dikir. Jixwe gundê me hilweşandibûn niha jî dixwazin xwezaya gundê me talan bikin. Em naxwazin darên gundê me were birîn.”   ‘Deng bilind kirin têrî nake’   Sîbel, destnîşan kir ku ji bo birîna daran li welatiyên zext tê kirin û got: “Em destûrê  nadin ku darên me bibirin, lê belê dibêjin hûn bixwazin jî nexwazin jî em êbibirin. Bertek û bilindkirina deng ji bo talankirina xwezayê têrî nake. Heke hemû kes li dijî vî qirkirinê serî rake dê bi hêsanî nekaribin xwezaya me tune bikin.  Divê  tu kes li hemberê vê mijarê bê helwest nemîne.”   ‘Jiyana me tune dikin’   Sîbel, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ser dest li Botanê qada şînahî naxwazin û wiha pêde çû: “Talankirina xwezayê hem li ser şêwaza jiyana mirovan hem jî li ser ajalam bandora neyînî dike. Li herêma Botanê dar nehiştin. Hem dibirin hem dişewitînin û bi gelek hincetên cûrbecûr qadên şînahî tune dikin. Dixwazin hemû deveran di bin betonê de bihêlin. Bi vê yekê re nexweşîn jî zêde dibin.  Ji ber qirkirina xwezayê nexwşî zêde dibin û ev qirkriin bandora neyînî li hemû zîndîweran. Ji ber ku jiyanê tune dikin.”   ‘Emê xwezaya xwse biparêzin’   Sîbel, di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê hemû kes xwedî li xwezayê derbikeve û got: “Birîna daran li ser avhewayê jî bandorek mezin dike. Em di meha Çileyê de ne lê zivistanê najîn. Gava em lê dinihêrin ne baranek ne jî berf dibare. Havînan jî hişkesalî zêdetir dibe. Ligel van hemûyan berhemên ku em diçînin hişk dibin û sewalkarî jî qels dibe. Ev hemû girêdayî xwezayê ne. Dar jî bingeha jîneghê ne.  Divê em li dijî van hemûyan xwedî li xwezayê xwe derbikevin û biparêzin.Xweza jiyana me ye.”