Ji Amedê ber bi Cûdîyê ve 2022-09-17 11:18:19   AMED - Ji her deverê Amedê ji bo meşa Cûdîyê gelek kes ber bi Êlihê ve çûn. Li gel girseya çûye komek ji navçeya Rezanê ya  HDP'ê hate astengkirin. Astengî bi çepikan hate şermezarkirin.    Di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de, wê îro bi dirûşma “Em li dijî hilweşandina şer û talankirina xwezayê dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ve gelek kes, bimeşin. Ji bo meşê ji herêma Amedê û navçeyên wê girseyek mezin gihîşt Êlihê.   Li gel meşê li Amedê tevgerek a polîsan heye. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiyên HDP'ê yên navçe û bajêr dorpêç kirin. Bi hinceta biryara Walî heye derketina komekê ya ji avahiyê Rezanê ya HDP'ê hate qedexekirin.   Li hember astengiyan HDP'yîyan bi çepikan berteka xwe nîşan dan.