Ji bo Meşa Cûdiyê ji Stenbolê gelek kes bi rê ketin 2022-09-16 14:47:58   STENBOL - Aktivîstên Ekolojiyê, nûnerên partiyên çep-sosyalîst ên ji Stenbolê derketin rê û ji bo Meşa Cûdiyê ber bi Şirnexê ve diçin gotin:"Ji bo em ji qirkirina daristanan, qirkirina ekolojiyê, polîtîkayên şer re bêjin na û aştî, xwezayê biparêzin em derdikevin ser rê."   Têkildarî meşa li dijî birîna daran a li Şirnexê didome dê ber bi Cûdiyê ve bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, TJA, HDP, DBP'ê meş bê lidarxistin. Dê bi dirûşma "Em li dijî hilweşandina şer û talana xwezayê dimeşin" ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ve meş bê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de ji gelek kes ji Stenbolê ber bi Cûdiyê ve derketin ser rê.    Derketin ser rê   Bi sedan aktivîstên ekolojiyê, rêxistinên girseyên demokrastîk, nûnerên partiyên çep-sosyalîst gelek parêzvanên jiyanê ji otogarên Eseler, Alibeykoy, Dudullu, Haremê ber bi Amedê ve derketin ser rê. Li Otogara Haremê daxuyanî hat dayin.    Aktivîstê Ekolojiyê yê Polen Cemil Aksu bal kişand ser birîna daran a li quntarê Cûdiyê û got îktidar rejîma xwe ya nelirêtî û bêhiqûqiyê didomîne. Cemil got ew ê têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina xwezayê heta dawiyê bidomînin.    Cîgira Serokattiya Giştê ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk da zanîn ji bo komkujî bisekine ew derdikevin ser rê û got ew ji bo piştigiriyê bidin têkoşîna gelê Şirnexê derdikevin ser rê.    Piştre ber bi Amedê ve derketin ser rê.