Banga ji bo meşa Cûdiyê: Xweza ya me hemûyan e, em biparêzin 2022-09-15 09:05:09     Zelal Tunç   WAN - Ekolojîsît bi armanca balê bikşînin ser talana xwezayê ya Colemêrgê û qirêjiya perava Gola Wanê  lêkolîn û çavdêrî kirin û diyar kirin ku wê di 17’ê îlonê de li dijî hilweşîna Cudî meşekê pêk bînin. Ekolojîstan bang li hemû welatiyan kirin ku di meşê de cihê xwe bigirin.   Hilweşîna ekolojîk a ku lingekî polîtîkaya şer a desthilatdariyê ye li Şirnex û navçeyên wê li daristanan bi mehane bi îdiaya ewlehiyê ve tê meşandin. Ji aliyê cerdevanan ve qirkirina daran tê meşandin. Rêxistinên ekolojîst, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinan a Azad (TJA), DBP û TEvgera Ekolojîst a Mezopotamyayê li dijî hilweşîna li qada daristana li Çiyayê Cudî, wê di 17’ê Îlonê de bi şîara ‘Em li dijî şer û talana xwezayê dimeşin’ meşekê pêk bînin.   Li gelek bajaran ji bo meşê bang hat kirin û yek ji van bangan jî ji ekolojîstên li Colemêrg û Wanê lêkolîn kirine hat.   ‘Gola Wanê ya me ye’   Endama Komeleya Hunerê ya Ji bo Xwezayê Goksen Elzelturk da zanîn ku li gelek bajaran komkujiya xwezayê kişandine,talana hatiye jiyîn bi hêza hunerê bi rayagiştî dane bihîstin û got: “6 roj in em li Wan û Colemêrgê der barê pirsgirêkên ekolojîk de xebatan dimeşînin. Li Colemêrgê 4 rojan xebatên me çêbûn û me der barê tiştên hatine jiyîn de daxuyanyek da. Li Rojhilat, li Bakur, Başûr, Rojava li ku derê dibe bila bibe Gola Wanê ya me ye. Em xwedî lê derkevin. Em destûrê nedin qirêj bibe.”   ‘Em neçûn gelek cihên din’   Goksenê di berdewamiyê de bertekên xwe wiha anî ziman: “Me li Colemêrgê behsa qirêjiya kanên maden û kevir kir. Li Çelê ji ber kanên kevir me nikaribû bîhna xwe bigirta. Ji ber OHAL’ê nehiştin em bikevin gelek cihên din. Ger ku tedbîr neyên girtin em ê av û xwezayê winda bikin. Divê em xwedî li van derkevin.”   ‘Em pêşî li talanê bigirin’   Goksenê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê di meşa 17’ê îlonê de cih bigirin. Ji bo rizgariya xwezaya welat divê însiyatîfên sivîl, saziyên sivîl, STK gelek girîng in. Divê hemû bibin xwedî helwest. Bi awayekî rêxistinî dikare pêşî li vê talanê bê girtin. Ev xebat divê navbera rojava û rojhilat de diyalogekê ava bike.”   ‘Serê bûyeran tên girtin’   Ji Koma Xebata Ekolojî û Bajar a Malên Gel Ayşe Baykal jî ev îfade bi kar anîn: “Gelê Rojhilat, an jî rojava tune, ji ber em welatiyên rojava her tim berê xwe didin rojhilat. Belê em li berxwe didin, em li her derê ne. Em wek malên gel diçin Îkîzdere, diçin Akbelenê. Lê em xwerexneya xwe didin û nehatin Rojhilat. Me tiştên li vir tên jiyîn nizanibû. Ji ber çapemenî nîşan nade. Li bajarên rojava tiştek bibe hema qiyamet radibe. Lê bûyerên li Kurdistanê tên veşartin.”   ‘OHAL li herêmê didome’   Ayşeyê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Ji salên 1980’ê heta niha li vir ji 12’ê Îlonê heta niha OHAL heye. Ji ber vê jî hatina şîrketên rantê û sermayedaran gelek girîng e. Ji bo wan tenê pere girîng e. Jiyana mirovan ne girîng e. Ez dixwazim şexsî vê bînim ziman. Tiştên li vir tên kirin plankirî ne. Divê kesên vê herêmê vegerin warê xwe. Divê li dijî talana vê herêmê hestiyarî hebe.”   ‘Ez îxbar dikim, dewlet sûc dike’   Ayşeyê got li gorî xala 56’an a Destûra Bingehîn wiha tê gotin ‘Mafê her welatiyekî heye li hawirek paqij û bi hevseng bijî. Li hawirek azad jiyan mafê her kesî ye. Ger ev nebe jî peywira welatî û dewletê heye’.  Ayşeyê wiha destnîşan kir: “Ne li Îzmîrê ne jî li Akdenîzê ne jî li Rojava yan jî Rojhilat. Em vê nabînin. Belê li aliyê Rojava li me guhdar nakin lê em vir qet nizanin. Ez her kesî vexwendiyê parastina hawirdorê dikim. Dewlet peywira xwe nake, em neçar in bikin. Dewlet peywira xwe nake, sûc dike. Ez jî vê îxbar dikim.”   Ji bo meşê bang   Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de der barê qetilkirina xwezayê de wiha anî ziman: “Di qirêjiya perava Gola Wanê de sewal diçêrin. Şîr û goştê van sewalan diçin bajarên Rojava jî. Ji ber vê ev qirêjî me hemûyan eleqeder dike. Wek berê nîne. Em bi her alî re tên gel hev. Dibe ku em dereng ketibin ferqa vê, lê teqez hişyariyek heye. Ev hewa ya me hemûyan e. Ez bang li hemû aliyan dikim ku tevli vê meşê bibin. Em aştiyê dixwazin. Ev têkoşîna azadiyê ye. Ez hemû gelên Tirkiyeyê vexwendiyê meşê dikim.”