Hincet ne ewlehiyê hincet parastina ranta Etî Bakir e 2022-09-03 09:01:06     Rojda Aydin   MÊRDÎN - Ekolojîst Derya Akyol, anî ziman ku Şîrketa Etî Bakir a ku hilberîna gubreyê fosfatê dike, xebatên xwe yên Tesîsên Entegreya Gubre û Paşve Qezençkirina Metalên Etî Bakir didomîne û ev yek jî bandoreke neyînî li jiyana gundiyan dike û got: "Herêm bi hinceta ewlehiyê hatiye qedexekirin û gelek qereqol hatine çêkirin, ji ber vê jî destûr nayê dayîn ku lêkolînêke berfireh li vir bên kirin."   Cengîz Holdîng a ku nêzî hikûmetê tê zanîn, ji sala 2011'an û heta niha li gundê Şemika ya navçeya Şemrex a Mêrdînê, xebatên xwe dixe. Şîrketa Etî Bakir A.Ş. ku hilberîna gubreyê fosfatê dike, xebatên xwe yên Tesîsên Entegreya Gubre û Paşve Qezençkirina Metalên Etî Bakir didomîne. Şîrket ji ber tesîsa hilberînê dixwazin gundî malên xwe vala bikin. Şîrketa Etî Bakir ku ji 3 paran parek kiriye, niha li zeviyên çandiyiyê û qada daristanê xebatê dimeşîne. Li aliyê din gundiyên Şemika jî li dijî Eti Bakır A.Ş,ê têkoşîna xwe didomîne.   Ji ber xebatên Etî Bakir A.Ş.yê 11 gund bi neyînî bi bandor bûne. Li gundê Şemika nêzî xanî û malbatên ku hene, ji ber xebatên Etî Bakir A.Ş. yên li ser mêrgayan qadên jiyanê yên sewalan her diçe biçûk dibin. Di heman demê de ji ber toza ku ji înşaatê derdikeve gund di bin ewrê tozê de dimîne û dibe sedema nexweşiyan. Li diji vê yekê şêniyên gund gilî kir û doz hat vekirin lê belê heta niha jî bi encam nebûye. Ji Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê ekolojîst Derya Akyol, rewşa herêmê nirxand.   ‘Polîtîqayên koçkirin û bişaftinê ye’   Derya, anî ziman ku projeyên li her derê cîhanê tên kirin heman encamên ekolojîk derdixin holê û got: “Sedemên projeyan dest pê kirin, niha gelek cuda ne. Sedem û encamên wêrankirinan bi taybetî li ser erdnîgariya Kurdistanê gelek cuda ne. Ger em behsa bendavan bikin, koçberiya gundiyan dest pê dike û tê tasviyekirin. Ev rûxandin bi piranî li ser tasviye û bişavtinê têne kirin. Herî dawî bi birîna daran a li Şirnexê jî xwestin bêxweza bihêlin û veguherînin rantê. Elbet di encama pratîka şer de birîna daran û şewitandina daristanan heye. Bi heman rêbazê li Kurdistanê projeyên ku hatine çêkirin û bên çêkirin berdewam dike. Polîtîkayên bi armanca asîmîlasyon û koçberiyê ne.”   ‘Etî Bakir kirin di bin çarçoveya taybetmendiyê’   Derya, bi lêv kir ku saziya ku berê di bin rêveberiya Eti Bank de bû, di sala 1974’an de hatiye damezrandin û di salên 80’an de jî dest bi xebatê kiriye û wiha domand: “Dema ku ew saziyek dewletê ye, ji ber krîza aborî bi biryarên ku di sala 1994’an de hatine girtin de hate girtin. Piştre di salên 2006 û 2007’an de bû şexsî û taybet. Wê demê îhale çêdibin. Lêbelê, ew pir cîh nagire. Piştre Cengîz Holdîng wê derê hildide. Weke ku tê zanîn Cengîz Holdîng a ku nêzî hikûmeta AKP’ê ye û yek ji çeteyên ku li Tirkiyeyê talan kirine yek e. Ji roja ku hatî dest guherî heta îro hewl dide ku qada xwe mezin bike."   ‘Li vir ranteke mezin heye'   Derya, da zanîn ku li herêma Şemrexê tesîsa ku hatiye avakirin wek Tesîsên Entegreya Gubre û Paşve Qezençkirina Metalên Etî Bakir derbas dibe û wiha got: “Rapora ÇET’ê jî bi vê awayî hat hildan. Lêgerîna Teknîkî a Madenê (MTA)  jî dibêje ku di aliyê aboriyê de fosfat dahateke mezin nîne. Û ew dibêjin li wir rezervên uranyumê jî hene. Dibêje li wê herêmê kaniyeke dewlemend a uranyumê heye. Ev bi rastî jî ranteke mezin e ji bo Cengîz Holdîngê. Tesîs li ser qadeke 1 milyon û 580 hezar metrekare hatiye avakirin, hema bêje bajarek e. Bi rastî ne tenê ji bo hilberîna fosfatê û gubreyê. Li wir kanên pir dewlemend hene û gelek qezenç tên kirin. AKP wê derê rasterast difiroşe Cengîz Holdîng e û gelek derfet jî hatiye dayîn. Di rojnameya fermî de jî kêmkirina KDV’ê, kêmkirina bacê û hwd. tên nîşandan. Bi vî awayî gelek derfet hatine dayîn. Helbet îdiayên cuda jî hene, her çiqas di rapora ÇET’ê de cih negirtibe jî.”   ‘Tesîs bandorê li tevahiya herêmê dike'   Derya, destnîşan kir ku derbarê tesîsa li herêma Şemrexê hatiye avakirin de îdiayên cuda jî hene û wiha behsa wan îdîayan kir: “Yek ji îdiayan jî ew e ku wê veguherin tesîsa çopê. Cengîz Holdîng ne tenê li Şemrexê, li çar-pênc cihan de jî Tesîsên Eti Bakir di destê wî de ye. Çopên ku li herêmên din tên komkirin li herêma Şemrexê ango Etî Bakirê tên çalkirin. Bi vî rengî çopê vedigeherînin. Yanî di vê aliyê de gelek îdîa hene. Bi heman awayî, ji tesîsa Etî Bakir a ku li navçeya Kure Kastamonoyê madenên wekî pîrîtên bakir, kobalt, zîv û zêr li vê derê tên veqetandin. Îdiayên gelê herêmê yên ku dibêjin hewza siyanûrê tê çêkirin, ev tişt jî îdiayên ku tên kirin xurt dike. Ji roja ku Etî Bakir hatiye damezrandin û taybetmendîkirin heta niha gelek cureyên wêrankirin li herêmê pêk hatin. Hem di dema damezrandina tesîsê de hem jî di dema hilberînê de gelek zerar li ax, hewa û zindiyan kir. Ji xelkê herêmê gazinc hene ku nexweşî jî li wir zêde bûne, mirina zarokan zêde dibe, heywan jî nexweş in û dimirin û hewa pir qirêj e. Helbet ev tenê herêma Şemrexê bandor nake. Ji Mêrdîn heta Çinarê ev qirêjî belav dibe.”   'Herem bi hinceta ewlehiyê hat qedexekirin'   Derya, bal kişand ser tesîsa ku li herêmê hatiye avakirin û da zanîn ku di heman demê de jî bi hinceta ewlehiyê jî li herêmê qedexe hat îlankirin û axivî: “Li derdora wê qereqol hatin avakirin û destûr nayê dayîn ku lêkolîn û çavdêrî li wir bên kirin. Ji ber ku herêmeke leşkerî ye destûr nayê dayîn. Berê me dixwest em nimûneyên hewa, ax û avê bigirin, dem bi dem lêkolîn bikin û diyar bikin ka çiqas hatiye qirêj kirin. Lê piştî ku ev herêm weke herêma qewlehiyê hat qedexekirin, hat astengkirin û destûr nadin. Ji wê derê gelek îdîa hene. Û gelek delîl hene ku van îdîayan piştrast bikin. TIR'ên tijî çop ên ji cihên cuda an jî ji Amedê tên, her tim derbas dibin. Bê guman, hin ji van gubre ne, lê bi vî rengî em piştrast dikin ku çop jî tên.”   ‘Zirarê dide avê, hewayê û axê...'   Derya destnîşan kir ku xebatên ku li tesîsê tên kirin dibe sedema gelek nexweşiyan û wêrankirina xwezayê û wiha bi lêv kir: "Di van 20 salên dawî de bi  zêdebûna betonkirinê, qirêjiya hewayê û nexweşiyên girêdayî qirêjiya hewayê zêde bûne. Nexweşiyên ku dibin sedema bêhnê, pişik û penceşêrê jî zêde bûn. Mixabin tu proje bêyî tunekirina xwezayê pêk nayê. Ji çapên piçûk heta yên mezin wêrankirina ekolojîk çêdike û mixabin li deverên ku metal lê tên derxistin xweza di rewşa xwe ya berê de namîne. Metalên ku yekitiya axê peyda dikin, têne derxistin. Bi taybetî di tesîseke wisa mezin de îmkana zîvirandinê tune ye. Ji xwe ax li wir hatiye qirêjkirin. Paqijkirina av û axê jî demek pir dirêj dixwaze. Zirara ku li ser axê çêdike, nayê vegerandin. Maden û gubre bi kamyonan tên barkirin, her wiha di heman demê de jî ji bo avakirina santralê dar jî tên birîn. Ji destpêkê heta dawiyê qirkirinek mezin heye. Her ku tesîs dixebite, talan jî ew qas mezin dibe. Ev tişt ji bo rantê tê kirin."     ‘Rijandina fosfatê dibe sedema qezayan’   Her wiha Derya bi bîr xist ku di 20’ê tebaxê de li herêma Ûçyolê ya navçeya Dêrikê li Fabrîqeya Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîngê di encama qezaya 2 TIR’an de 21 welatî jiyana xwe ji dest dan û got: “TIR’ên ku aîdê ji Etî Bakir ê gubreyan dibir, li Dêrîkê bû sedema qezayan. Cengîz Holdîng di daxuyaniya xwe de got ku 'TIR di bin kontrola şîrketên ku gubreyan dikirin de ye'. Ji ber vê yekê kontrol nekirine. Ji sewqiyata wan heta tonajê kontrola TIR’an tune ye. Ji ber ku pêdivî ye ku çerxek were zivirandin. Ji ber vê yekê jî ne hêzên dewletê û ne jî hikûmet naxwazin pêşiya wê çerxê bigirin. Helbet di dema vê veguheztinê de rijandina fosfatê heye, ev jî dibe sedema şilbûna rê û qezayan. Di deman demê de ev zirarê dide hewa û axê jî. Ji destpêkê ve sûc ne bi tenê yê ajokara e, sûcê saziyan e ku bûn sedema vê felaket e. Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Mêrdînê jî derbarê qezayê de rapora xwe aşkere kir. Ji bo ku îhmal û xemsariya di qezayê de heye ji holê rabe, ji bo careke din qezayek wiha çênebe hat ragihandin.”   ‘Li herêmê hin tişt tên veşartin’   Derya, da zanîn ku ew bi welatiyên herêmê ve di nava danûstandinê de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema rewşek cûda hebe, me agahdar dikin. Em nikarin nimûneyên ax, hewa û avê bigirin, pir zehmet e. Ger derfetê me hebe, em nimûneyan bigirin û diyar bikin ka çiqas qirêj e. Ji bo vê xebatên me berdewam dikin. Em difikirin ku li herême Şemrexê hîn tişt tên veşartin. Ji ber ku li vê derê gelek qereqol hatiye avakirin. Gelê herêmê ji ber vê yekê nikare sewalên xwe biçêrîne û zeviyên xwe biçinin. Hin tişt tên veşartin û roj bi roj ev îdîa xurt dike. Ji aliyekî ve jî Cengîz Holdîng tê parastin. Dema ku Cengîz Holdîng xebatek dike û hildiweşîne hemû hêzên dewletê wî diparêzin. Êrişê gel tê kirin. Şûna ku gelê herêmê bê parastin, şîrket tên parastin. Hem bandora Cengîz Holdîngê heye û hem jî em difikirin ku li Şemrexê hin tişt tên veşartin.”