Li herêma Bestayê birîna daran didome: Herêm veguherî çolê! 2022-08-22 16:12:09     ŞIRNEX - Li herêma Cinîverê yê girêdayî Bestayê talankirina xwezayê didome. Qada ku gelek dar jê hatiye birîn veguherî çolê.    Li Herêma Besta, Çiyayê Cûdû Çiyayê Gabarê yên bi ser Şirnexê ve ji du salan zêdetir e cerdevan di çavdêriya leşkeran de daran dibirin û daristanan talan kirin. Di  van du salan de bi dehhezaran dar hatin birîn. Bi taybetî jî herêma Bestayê gelek dar hatin birîn.    Her carê dîmenek nû yê qirkirina daran derdikeve. Vê gavê jî li herêma Cinîverê talankirina xwezayê rû da. Di dîmenê de gelek darên ku hatine birîn hene û TIR’ên ku daran bar bikin sekinandî ne. Her wiha li gelek qadên herêmê veguheriye çolê.