Li Şirnexê talan didome: Qadên herêmê veguheriye çolê 2022-07-28 08:20:53   ŞIRNEX - Her ku dîmenên nû yên birîna daran derdikevin, tê dîtin ku qadên herêmên Şirnexê veguheriye çolê.    Li Çiyayê Cûdî û Gabarê û li Herêma Bestayê yên Şirnexê du sal in bi destê cerdevanan di çavdêriya leşkeran de dar tên birîn.  Bi taybetî jî li gundên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdayincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyanê ên herêma Bestayê, bênavber dar tên birîn.    Di 7 mehan de %8 qad tune kirin   Li gorî raporên ku Baroya Şirnexê amade kiriye di 7 mehan de %8 qadên darîstanî hatine tunekirin û di nav rojê de 20-25 kamyonên ku daran dibin, derbasî derveyî bajêr dibin.   Di qadê de şînahî nema ye   Her ku dîmenên nû yên birîna daran derdikevin, tê dîtin ku qadên herêmên Şirnexê veguheriye çolê. Her wiha di dîmenan de jî tê xuyakirin ku qadên herêmê veguheriye çolê. Tevî bertek û nerazîbûnên li dijî qirkirina daran hê jî rayedaran têkîldarî mijarê agahiyek parve nekirine.   Komîsyon hate avakirin   Li dijî vê qirkirinê li Şirnexê bi pêşengiya sazî û rêxistinên sîvîl komîsyonek hate avakirin û platforma ekolojiyê ya Şirnexê hate avakirin.