‘Di bin navê herêmên ewle de qirkirina daran tê rewakirin’ 2022-07-25 09:03:26   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît, destnîşan kir ku li dijî xweza û erdnîgariya kurdan dirûtîyek berbiçav heye û got: “Di bin navê herêmên ewle de qirkirina daran tê rewakirin.”   Birîna daran ku li herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê dabûn destpêkirin bênavber didome. Tevî vê komkujiyê rayedar bêdengiya xwe diparêzin. Heta niha bi hezaran dar hatine birîn. Li dijî vê qirkirin bi pêşengtiya Baroya Şirnexê, Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD), Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD), Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Odeya Bijîşkên Tirk(TTB), KESK, TMMOB û Komeleya xwezayî ya Cizîrê komîsyonek hat avakirin.   Têkîldarî qirkirina daran û komîsyonê Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît axivî.   ‘Qirkirinek berbiçav heye’   Zîlan, daxuyand ku ev demek dirêj e xwezaya herêmê tê qirkirin û wiha axivî: “Ne tenê di vê pêvajoyê de, bi dehan salan e xweza û welatê me tê rûxandin û şewitandin. Berê bi awayekî veşartî dihat kirin, lê êdî bi awayekî aşkere û ji bo rantê bi dest bixin xwazaya me qir dikin. Bi awayekî sistematik darên me tên birîn û bi dehan kamyon û TIR’an ji bajrên metrepolan re tên şandin. Heta niha ev dar diçin ku ve, ji kê re tên şandin û bi kîjan armancê vê dikin ne diyar e. Desthîlatdariyê jî heta niha derbarê vê qirkirinê de tu agahiyek fermî neda ye.”   ‘Li demografyaya herêma kurdan dilîzîn’   Zîlan, destnîşan kir ku ligel qirkirina daran tê xwestin welatiyên wê derê jî ji cihê wan koçber bikin û got: “ Ligel qirkirina xwezaya herêmê, dixwazin demografiya herêmê jî bigiguherînin. Welatiyên vê derê debara xwe bi bax, baxçe û sewalkariyê dikin. Bi tunekirina xwezayê re ew jî ji holê tê radikin. Welatiyan bi vî şiklî bi bircîbûn û xizaniyê re rûbirû dihêlinîn û armanc dikin ku gelê vê herêmê  koçî bajarên metropolan bikin û girêdayî sîstema xwe bikin.”   ‘Qirkirina xwezayê tê rewakirin’   Zîlanê, diyar kir ku li dijî xweza û erdnîgariya kurdan dirûtîyek berbiçav heye û wiha pêde çû: “Xwzaya kurdan wekî qadeke terorê didin nîşandan. Bi vî yeke talankirin û rûxandina xwezaya herêmê tê rewakirin. Gava ku li aliyê Tirkiyê  qirkirinek xwezayî pêk tê ji her çar aliyî ve bertek û nerazîbûnên mezin tên nîşandan.  Lê di komkujiya xwezaya kurdan de heman bertek û nerazîbûn pêk nayên. Bi bêdengiya xwe ya li dijî vê qirkirinê erê dikin. Ev qirkirina li dijî herêmên kurdan ne tenê bi birîna daran sînordar e. Her wiha bi projeyên HES, çêkirina bendavan,kanên komîr û bi projeyên termînalan xweza tê rûxandin.  Li  her bajarê kurdan  qirkirinek heye û ev qirkirin di bin navê herêmên ‘ewle’ de tê meşrûkirin. Yên ku ji vê qirkirinê re bêdeng dimînin jî dibin şîrîkê vê komkujiyê.”   ‘Li dijî vê komkujiyê komîsyon hate avakirin’   Zîlanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand  ser avakirina komisyona li dijî birîna daran û got: “Li dijî vê qirkirinê, ligel sazî û rêxistinên li herêma Botanê me komîsyonek ava kir. Ev komîsyon ligel hemû pêkhateyên xwe dê di demên pêş de li dijî vê qirkirinê cûrbecûr bername û çalakiyan li dar bixe. Li gorî vê bernameyê jî em ê li hemberî qirkirina xwezaya xwe dengê xwe bilindtir bikin. Yên ku dibêjin em xwezayê diparêzin vedixwînin bernameyên xwe yên li dijî qirkirina xwezayê.”