Xozat bi birîna daran tê talankirin û wêrankirin! 2022-07-22 13:19:28   DÊRSIM - Gundên Şamo û Zogar ên Xozatê di sala 1994’an de hatibûn valakirin û par jî agir bi van gundan ketibû. Ev zêdetirî meheke jî li van gundên navborî dar tên birîn.    Li herêma gundên Şamo û Zogar ên Xozat a Dêrsimê ev zêdetirî meheke dar tên birîn. Ji ber guleyên ji Qereqola Amutkayê hatine reşandin li van gundan şewat derketibû. Her çend ku walîtiyê ev şewat înkar kiribe jî, di demên piştre de wêne û dîmenên şewatê hatibûn weşandin. Hat zanîn ku îhaleya birîna daran dane kargeheke ji Meletiyê û ji bo birîna van daran 60 malbat li herêmê hatine bicihkirin.    Serokê Komeleya Piştevanî û Çandê ya Îzmîr Dêrsimê Aslan Sûltan ku têkildarî mijarê ji Ajansa Nûççeyan a Mezopotamyayê (MA) re axivî, got ku gundê wan Şamo di salên 90'î de hatiye şewitandin û ev tişt anî ziman: “Ew herêm weke ‘herêma qedexe’ hat ragihandin û nehiştin şênî bikevin gund. Li Geliyê Alî û Çiyayên Yilanê ku par şewat lê derketibû ev zêdetirî mehek û nîv e dar tên birîn. Hem daristanê gundê me û hem jî mezrayên Zagorê par du caran hatin şewitandin. Îhaleya birîna darên vê herêmê dan kargeheke Meletiyê. Ji Xarpêt û Paluyê 60 malbat anîne herêmê da ku daran bibirin. Ji bo birîna daran 30 traktoran bi kar tînin.”    ‘Dêrsim di dorpêçê de ye’   Bi domdarî Aslan destnîşan kir ku gundiyan di nava darên hatine birîn da hingiv dîtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Anku xuyaye ku darên şîn tên birîn. Ji dîrokê ve em baş pê dizanin bê ka çi lîstikên dewletê li ser Dêrsimê hene. Dêrsim di nava dorpêçe de ye. Armanca wan ew e ku daristanên li herêmê tune bikin û dest bi derxistina madenên li herêmê bikin. Du sal berê dê li sêgoşeya Pulur-Xozatê ber bi Çemişgezekê ve rê bihata çêkirin. Dema em hatin gund me dît ku berê rê dayîne Geliyê Alî. Armanc, madenên li Çiyayên Yilanê ne. Şêniyên gund doz vekirine û dibêjin îhale betal bûye. Lê tevî vê jî dar hêj jî tên birîn. Dê hemû darên li herêmê bibirin. Xwezaya me dîrok û zarokatiya me ye. Bila dest nedin.”    'Daristanên Kurdistanê tên talankirin’   Herî dawî jî Aslan ev tişt anî ziman: “Li dijî daristanên Kurdistanê talaneke mezin heye. Mîna li Şirnexê, li Dêrsimê jî talaneke mezin heye. Heke me ji bo Şirnexê dengê xwe bikira îro wiha li Dêrsimê jî nedikirin. Heke em îro ji bo Dêrsimê dengê xwe nekin dê sibe hemû daristanên me talan bikin. Dema ez bi xizmê me yê li gund re diaxiviyam, digiriya û digot; ‘heke wiha bidome dê yek dar li herêmê nemîne.’ Qirkirineke giran heye. Gelên me yên li herêmê û yên li metropolan divê berê xwe bidin Kurdistanê.” mo û Zogar ên Xozatê di sala 1994’an de hatibûn valakirin û par jî agir bi van gundan ketibû. Ev zêdetirî meheke jî li van gundên navborî dar tên birîn.