Li ser facebookê firotina darên Şirnexê 2022-07-21 12:14:51     ŞIRNEX - Darên li herêmên Şirnexê di bin kontrola leşker û cerdevanan de tên birîn li ser facebookê tên firotin.    Li Herêma Bestayê ya Şirnexê û li Çiyayên Cûdî û Gabarê ev nêzî 2 sal in leşkerî bi destê cerdevanan xwezayê talan dike. Bi taybetî jî li gundên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdayincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyanê ên herêma Bestayê, bênavber dar tên birîn. Birina daran ewqas zêde bû ku ji bo gelek kesan bûye çavkaniya talanê. Darên ku tên birîn ji aliyê gelek kesan ve li ser hesabên medyaya dîjîtal tên firotin.    Li ser facebookê firotina darên Şirnexê   Darên li herêma Bestayê û li Çiyayê Cûdî bi destê cerdevanan tên birîn, li ser malpera “ŞIRNEX 2. EL SAHÎBÎNDEN SATIYORUM” Facebookê tê bazarkirin û tê gotin ku “darên ku tên firotin darên berûyê ne û ji her derê re tên şandin, heqê hatinê ji we ye û bihayê wê hezar û 150 lîre ye." Dîmenê ku di nava TIR'ekê de tije dar tê de, ji aliyê hesaba bi navê Memo Can hat parvekirin. Hat diyarkirin ku heman dîmen di gelek hesabên medyaya dîjîtal de hatin parvekirin û darên ku hatine birîn ji gelek bajaran re hatine şandin.