‘Em bi karaseteke bi qasî Çernobîlê re rû bi rû ne’ 2022-06-28 09:06:17   Habibe Eren   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Platfroma Hawirdor û Xwezayê ya Îlîç Fusun Kayra got 20 ton siyanura rijyaye Çemê Firatê bi qasê karaseta Çernobîl bi bandor e û got madena 12 sal in faliyetan dike hedef dike sê katî mezin bibe û ev pêk bê wê hemû herêma heta Çiyayê Mûnzûr bibe qada madenê.   Di 21’ê hezîranê de li gundê Çopler a navçeya Îlîç a Erzînganê şîrketa madena zêr a Anagold ya bi hevkariya Tirkiye û Kanadayê ji 2010’an heta niha faliyetan dimeşîne 20 ton siyansur rijand Çemê Firatê.  Anagold Maden ku hedefa sûcdariyane îdia kir ku bi giştî 8 kg siyanur hebûye û demildest hatiye paqijkirin. Walitiya Erzînganê îdia kir ku siyanur negihiştiye Çemê Firatê.   Wezareta Guherîna Avhewa, Bajarvan û Hawirdroê ku li dozgeriyê serlêdana sûc kir, da zanîn ku qirêjî nehiştiye çem û qaşo 16 mîlyon ceza daye şîrketê. Lê li gorî lêkolînên hatiye kirin Hewzaya Firata Jor bi giştî ji vê bandor bûye. Piştî geşedanên dawî û bertekên raya giştî wezareta eleqedar diyar kir ku xebatên madena zêr hatiye rawestandin.    Endama Platfroma Hawirdor û Xwezayê ya Îlîç Fusun Kayra bandora siyanurê ya li ser herêmê û xetereyên ji vir şûnde wê bên jiyîn nirxand.   ‘Du mehan de du qeza hatin jiyîn’   Fusunê da zanîn ku li madenê du mehan de du caran qeza hatiye jiyîn û teqîna beriya vê mehek berê pêk hatiye û got: “Piştî hezaza li qada Lîç herikînek çêbû. Hem şîrket, hem wezaret hem walitiyê derewand. Mufetîş çûn herêmê lê hat veşartin. Di bûyera dawî de zexta rayagiştî çêbû û ji ber vê neçar man daxuyanî bidin. Teqîna dawî di boriyên siyanur dibir de pêk hat. Bi vê teqîna boriyê re siyanur derket derveyê madenê. Ji ber vê nederewandin. Sedat Cezayîrlîoglu yê li herêmê ji bo hawirdorê têdikoşe dîmenên wê girt.”   Di girtekan de 20 ton derbas dibe   Fusunê wiha berdewam kir: “Serlêdana sûc hat kirin û di girtekên cendermeyan de ev ne wek tonaj wek metrekup hatiye dayîn. Lê 20m3 tekabulê 20 tonî dike. Ev siyanur tevli axê bû. Wek walitiyê jî îdia kir neherikiye ber çem, ketiy nav avê. Ew av jî diçe Karasu û ji wir jî firate. Ev bi vîdeoyan ispatkiriye.”   ‘Wê sê kat mezin bibe’   Fusunê destnîşan kir ku ev rewş tenê bi Erzîngan û Îlîç  sînor namîne û wê bandor li hemû Hewzaya Firata Jor bike û wiha daxuyand: “Wê ji Firatê heta Harran û Suriyeyê biçe. Lê naxwazin vê xetereya mezin bidin xuyakirin. Her tim wek bûyerek biçûk nîşan didin. Lê em zelal dibêjin ev hilweşînek ekolojîke. Niha tê payîn ku kapasîteya madenê bê mezinkirin. Keşfa vê hat kirin.  Rapora wê di meha Nîsanê de tê payîn.  Ger bê erêkirin mixabin wê maden sê kat zêde mezin bibe. Di vê mijarê de jî rapora ÇED’ê jî erêniye. Ger wisa bibe wê her der bibe maden.”   ‘Pençeşêr û mirin zêde tê dîtin’   Fusunê daxuyakirin ku li Îlîç a Erziromê bûyerên pençeşêrê û mirin pir tên dîtin û wiha dirêjî dayê: “Lê mixabin tên veşartin. Niha evqas siyanura tevli ax û avê bûye wê bûyeran hîn bêtir zêde bike. Ne tenê siyanur, sulfîrîk asît jî têde ye. Hedefa me ev e ku ev maden bê sekinandin. Divê hemû herêm xwedî li ekolojiyê derkeve.”   ‘Em bi karasetek wek Çernobîlê re rû bi rû ne’   Fusunê dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wezaret bi cezayê daye şîrketê pesnê xwe dide lê li herêmê hilweşînek ekolojîk a mezin tê jiyîn, vegera vê bi tu awayî tune û wiha dawî lê anî: “Rewşek bê veşartin nîne. Ew cezayê lê birîne ne qezenca wan ya rojekê ye jî. Ji ber vê ev nêzîkatiyên wisa têr nakin. Hedefa me maden bê sekinandin. Em bi karaseteke bi qasî Çernobîlê bi xetere re rû bi rû ne. Divê hemû Tirkiye bala xwe bide vê herêmê. Divê zext bê avakirin. Divê em li dijî vê têkoşîna xwe mezin bikin.”