Di encam êrîşan de 3 milyon dar hatin tunekirin 2022-06-05 12:50:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Keskan a Kurdistanê ragihand ku li herêma Behdînan, ji ber êrîşên Dewleta Tirk 3 milyon dar hatine tunekirin.   Partiya Kesk a Kurdistanê bi minasebata Roja Cîhanî ya Jîngehê li ofîsa xwe ya Silêmaniyê daxuyaniyek da. Li gorî nûçeya di Rojnewsê de hat weşandin, Berdevka Partiya Kesk a Kurdistanê Dana Necmedîn diyar kiriye ku di êrîşên Dewleta Tirk ên li ser herêma Behdînan a Herêma Federe ya Kurdistanê de 3 milyon dar hatine tunekirin. Dana da zanîn ku li dijî êrîşên li ser xwezayê yên Tirkiyeyê ew ê serî li Dadgeha Iraqê ûNeteweyên Yekbûyî (NY) bidin.   HerwihaDana destnîşan kir ku li derdora Silêmanî û derdora wê li dijî birîna daran 1 milyon projeyên wan ên çandina daran hene û banga hevkariyê kir.