'Li Kurdistanê qirkirineke ekoljîk ya cuda heye' 2022-05-30 09:16:12   Derya Ren   AMED - Ekolojîstan diyar kir ku li dijî qirkirina xwezayê ya li herêmê divê ji bajarên rojava yên Tirkiyeyê jî bertek hebin û gotin, "Li Kurdistanê qirkirineke ekoljîk ya cuda heye."   Krîza ekolojîk a ku li gelemperiya cîhanê bi krîza aborî re dewam dike, bi destê mirovan her ku diçe kûrtir dibe. Di bin navê "ewlehiyê" de bikaranîna çekên kîmyewî, şewitandina daristanan, birîna daran û wêrankirina xwezayê jî berdewam dikin.   Hat diyarkirin ku bi piştgiriya Partiya Demokrat a Gelan (PDK) êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Her wiha li herêmê birîna daran û şewitandina daristnan jî didome.   Ji berxwedêrên Kazdagiyê ekolojîst Melîsa Tantan û endama Komeleya Ekolojiyê Leyla Çîte derbarê wêrankirina xwezayê de ji ajansa me re axivî.    'Li herêmê li hemberî xwazeyê êrişên cuda...'   Melîsa diyar kir ku bi kapîtalîzmê qirkirina ekolojiyê li tevahiya cîhanê belavbûye û ji bo her herêmê polîtîkayeke cuda tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi hinceta 'terorê' li herêmê qirkirina ekolojiyê didome. Êriş ne tenê li ser xwezaya wê derê ne; çand, jiyana rojane, dîrok jî cih digire. Erdnîgariyeke xurt e û bi wê re cihê ku têkoşîn lê bilind dibe. Li gel vê jî hêza wê ya bandorê li hemû cîhanê derdikeve holê û ji ber vê jî dibe hedefa êrişên dijwar. Li aliyê din em dibînin ku li seranserê Tirkiyeyê HES û Kanan tên çêkirin. Belê, felaket li hemû Tirkiyeyê belav bûye, lê di komkujiya xwezayê ya li Kurdistanê de rûdaneke cuda heye.   'Li herêmê berxwedanek heye'   Melîsa, destnîşan kir ku li ser vê erdnegariyê berxwedaneke mezin heye û wiha bi lêv kir: "Ji ber vê çanda berxwedanê hewl didin li vir polîtîkaya koçberkirin û her cure tinekirinê pêk bînin. Ev polîtîkayên çewisandinê ew qas kûr bûne ku ji ber vê hê jî em behsa tunekirina ekolojîk dikin. Lê tevî van hemû zextan jî li vir têkoşîna ekolojiyê heye. Helbet divê em ekolojîstên li Rojava kar dikin, wêraniyên xwezayî yên li vir tên jiyîn bînin ziman. Şer hilweşandina ekolojîk e. Dema ku şer tê gotin, weke ku şer di navbera du dewletan de ye tê fêmkirin. Lê ne wisa ye, şerê niha yê Kurdistanê jî şer e. Divê bi vî awayî were xwendin.”   'Li hemberî jin û xwezayê heman polîtîka'   Leyla Çîte jî da zanîn ku hem li hemberî jinê û hem jî li hemberî xwezayê heman polîtîka tê meşandin û dixwazin li hemberî wan hikûmdariyê bikin. Leyla wiha axivî: "Ger em xwe di cewherê xwe de azad û zindî bibînin qetlîamek wisa çênabe. Lê belê di nuqteya ku em gihîştine de, em dibînin ku li xwezayê wek obje û qadeke ku dikare serdest be tê dîtin. Di vê rewşê de, ew xwestekek bêtir eşkere dike. Di vê rewşê de, pêkanînên zîhniyeta ku zêdetir destwerdan û dagirkeriyê heq dike, pirsgirêkên wekî avhewa, krîza xwarinê û qirêjiya xwezayê derdixe holê. Em têdikoşin ku vegerin serdemên ku mirov bi xwezayê re di nav hev de dijiyan, dema ku xweza û zindiyan azad bûn, ked û hevgirtin pîroz dihatin dîtin. Divê gelên di têkoşîna ekolojîk de li dijî şer, talan û wêrankirinê bi hev re tevbigerin."   'Êriş bi xwe re encamên giran tîne'   Leyla, daxuyand ku bi şer mudaxaleyê xwezayê dikin û ev tişt dibe sedema encamên giran û got. "Di her erişên li hemberî xwezayê de em dighijên 3 encaman. Wek mînakek hêsan, di dema amadekariya şer de tê paşguhkirin û rê tê çêkirin. Piştî ku şer diqede, sal derbas dibin li vir cotkarî tê kirin. Beraz dikevin nav baxçeyên wan gundiyên ku cotkariyê dikin. Ji ber ku beraz ji ber xirabûna topografiyê, çêkirina rê nikare rêxitiya xwe ya demsalî bike û berê xwe dide zeviyên çotkaran. Her wiha gundiyê ku berhemên wan hatin talankirin, dest bi nêçîra berazan dikin. Nimûneyek e ku çavbirçîtî û gavên nefikirî yên mirovan hevsengiya xwezayê têk dibe. Mirov ferq nakin lê belê pergala ekolojiyê zirareke mezin dibîne."    'Divê her kes xwedî li xwezayê derkeve'   Leyla, diyar kir ku ji ber şer welatî neçar dimînin ku cih û warê xwe terk bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi mîlyonan zindiyên ku em nikarin bibînin û xilas bikin winda dibin. Yekîtiya Ekolojiyê li kampa ku ji bo êzidiyên ku salên berê di şer de mabûn hatibû avakirin, ji nû ve ket nava xebatên ked û yekîtiyê û baxçeyên zebze yên bajaran ava kir. Helbet ne mimkûn e demeke dirêj vegere xwezaya ku di şerê piştî şeran de hatiye wêrankirin. Em dibêjin ji ber van hemû komkujiyan divê her kes xwedî li xwezayê derkeve."