ÇEVDER wê li dijî birîna darazan serlêdana sûc bike 2022-05-02 09:06:10     WAN - Di rojên borî de li Şaxa Wanê leşker û cerdevanan dar birîbûn û ÇEVDER xwe amade dike ku serlêdana sûc bike. Rayedara komeleyê Arzu Dînçer der barê mijarê de banga hestiyariyê li hemû STK û rayagiştî kir û got wê pêşiya wan bernedin.   Ev nêzî hefteyekê ye li gundên Xumar, Govhedlan, Ferxinis û Şamanîs a Şax a Wanê di bin çavdêriya leşkeran de bi sedan dar tên birîn. Tevî îtîrazên şêniyên gund komkujiya daran bi wesayîtên zirxî tên kirin. Komeleya Pêşxistin û Lêkolînê ya Parastina Berhemên Dîrokî ya Derdorê ya Wanê (VAN ÇEVDER) jî bertek nîşan da.   ‘Dar tên birîn ev hovîtî ye’   Endama Lijneya Rêveberiya ÇEVDER’ê Arzu Dînçer destnîşan kir ku ev qetilkirina daran bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha got: “Di bin navê ewlehiyê de dar tên birîn. Ev hovîtî ye. Di pêvajoya dawî de mixabin li herêmê qirkirineke ekolojîk tê meşandin. Li bajarê me yekane herêma ku daristan lê heye Şax e. Li wir jî dar tên birîn. Tu aliyê vê yê mirovahî û wijdanî tune ye. Ev bê wijdanî û hovîtî ye. Komkujî ye.”   ‘Em lanet dikin’   Arzuyê di berdewamiyê de bang kir û got: “Divê demildest dawî li komujiya xwezayê bê anîn. Kî li dijî vê bêdeng bimîne bê wijdaniyê dike. Kî daran bibire bi armanca rantê dike. Em vê ferasetê lanet dikin, şermezar dikin. Daxwaza me ev e ku demildest ev komkujî bê bidawîkirin.”   ‘Em ê serlêdana sûc bikin’   Arzuyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bi Baroya Wanê û endamên ÎHD’a Wanê re hevdîtin kirine û di çarçoveya qanûnî de wê serî li rêyên hiqûqî bidin û wiha dawî lê anî: “Di encama hevdîtinan de serlêdanên pêwist em ê bikin. Em banga hestyariyê li hemû kesî û rayagiştî dikin. Li ser çapemeniya civakî jî vê hovîtiyê bînin ziman û em ê jî wisa di rojevê de bigirin. Em tu carî pêşiya vê bernadin.”