'Li dijî talankirina xwezayê dê têkoşîna me bidome' 2022-04-15 09:03:56   Yara Kendeş   KOBANÊ - Ji Rêveberiya Desteya Ekolojiyê a Kantona Kobanê Emîne Wêso diyar kir ku Rojava bi hatina biharê re xemilî û welatî jî dest bi çandiniyê dike û got: "Xwezaya ewqas xweş tê talankirin û texrîpkirin, divê Rêxistinên Parastina Xwezayê yên Cîhanê rê nedin talankirinê."   Bi hatina biharê re xweza xwe nû dike û ev nûbûna xwezayê bandorê li jiyana mirovan dike. Ligel êrişên ku pêk tên jî welatî bi hatina biharê re dest bi çandîniyê dikin. Xebatên ku ji hêla Desteya Ekolojî ya Kantona Kobanê ve tê kirin girîng e. Di çarçoveya xebatan de di 4'ê Nîsanê de nêzî 10 hezar dar hatin belavkirin.    Emîne Wêso, di rêveberiya Desteya Ekolojî a Kantona Kobanê de cih digire û bal kişand hatina biharê û xebatên ku tên kirin.    Taybetmendiya adar û nîsanê...    Emîneya ku di sala 2019’an tevlî xebatên Desteya Ekolojî ya Kantona Kobanê bûye, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser ji bo kurdan bihar tê çi wateyê: "Niha demsala bihareyê. Her der şîn e û bi şinahiyê xemilî ye û mirovan kêyfxweş dike. Her wiha di meha adarê de Newroz, di meha nîsanê de rojbûna Rêber Apo ye. Ji bo Gelê Kurd bihar her tim taybet e û her wiha kurd di xwezaya xwe de her girêdayî axa xwe ye."   10 hezar dar hatin çandin   Emîne, diyar kir ku Desteya Ekolojî dest bi hemleyeke nû kir û got: "Me di 4'ê Nîsanê gelek şitilên daran belav kir û dan sazî û dezgehan. Ligel cihan me gul çandin. Bi tevahî mirov dikare bêje nêzî 10 hezar dar hatin belavkirin. Helbet demsala biharê xweza xwe dixemîlîne lê jin jî bi destê derdora xwe dixemilîne."   'Efrîn bihûşta Kurdistanê ye'   Emîne, da zanîn ku jin bêtir bi çandiniyê re mijûl dibin û wiha bi lêv kir: "Jin di aliyê çandiniyê de bi rastî pir ked dide. Rojava bi xwezaya xwe tê naskirin, bi taybet jî herêma Efrînê. Herêma Efrîn bihûşta Kurdistanê ye. Efrîn, di dema biharê de bêtir xweş dibe. Kulîlk vedibe, çiyayên wê bi temamî kesk dibe. Her wiha dayikên temen mezin jî vê demê dest bi komkirina giyayan dikin, Bi wan gihayên biharê dermanan çêdikin. Efrîn bi dermangehê tê naskirin. Bi darên xwe yê meywe û zeytun, hejirê tê nasîn."   ‘Xweza tê talankirin û texrîpkirin'    Emîne, daxuyand ku niha xweza bi taybetî tê talankirin û texribkirin û wiha axivî: "Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî êrîşî xwezaya Herêma Efrînê dikin. Ligel birîna daran niha jî hewl dide daran ji kokê ve derxin. Bi rêbazên cuda xezayê texrip dikin. Ew darên zeytunê yê ku 100 salî jêdikin û difroş in. Tiştên ku tên kirin li dijî exlaq û pîvanên mirov û xwezayê ye."   'Em ê parastina welatê xwe bikin'   Emîne di dawiya axaftina xwe de wiha bang li Rêxistinên Mafên Mirovan, Rêxistinên Parastina Xwezayê ya Cîhanê kir: "Divê rê li ber talankirin û xerabkirina xwezayê bê girtin. Em ê heya dawiyê jî parastina ax û welatê xwe bikin."